Di hefteya Hişyariya Penceşêrê de xebatên kontrolên tenduristiyê 2026-04-02 11:54:18   AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariya Peyasê, bi hevkariyeke hevpar, li gundê Tabanê civîneke agahdarkirinê bi jinên gund re lidar xistin.   Di çarçoveya xebatên berdewam ên agahdarkirina li ser pirsgirêkên jinan û tenduristiyê de, di vê civînê de agahî li ser însiyatîf û xizmetên şaredariyê yên ji bo jinan hatin dayîn û belavok hatin belavkirin. Her wiha derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tevlêbûna jinan di hilberîna aborî de jî agahî hatin parvekirin.   Xebatên tenduristiyê    Bi wesîleya 1-7’ê Nîsanê Hefteya Hişyariya Penceşêrê, Gerînendetiya Karên Tenduristiyê derbarê penceşêra pêsîrê û penceşêra servîksê (devê malzarokê) de agahî dan. Di vê çarçoveyê de, bi jinan re kontrolên tenduristiyê yên giştî hatin kirin, ku tê de pîvandina tansiyonê, şekir, qam û kîloyê jî hebûn.