Şîtlên 4'ê Nîsanê hatîn çandîn 2026-04-04 12:36:05   WAN - Li Wanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina şitlan hate pîrozkirin.   Platforma Saziyên Demokratîk li taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê  ji bo bîranîna rojbûna 77'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitl çandin. Di çalakiyê de, gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Rojbûna te pîroz be Serok Apo" hatin berzkirin.   'Bila rêberê me azad be'   Di dema çandina şitlan de, Dayikên Aştiyê stranên Kurdî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin û gotin, "Em dixwazin rêberê me azad be."   Piştî çandina şitlan, girseyê bî girtina govendê û stranan dawî li çalakiyê anî.