Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2026-04-04 19:27:10   STENBOL- Li navçeya Bahçelîevler Salîh B. Yonca Kolge ya ku dest jê berdabû bi alava birînê qetil kir.   Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê Salîh B. Yonca Kolge ya ku dest jê berdabû bi alava birînê qetil kir.Piştî agahî ji Yonca Kolge nehat girtin, agahî dan polîsan û der barê mijarê de xebat hat destpêkirin. Ekîbên tespîtkirin ku Yonca Kolge li oteleke li Bahçelîevler dimîne, hatin cihê bûyerê û cenazeya Yonca Kolge dîtin. Hat tespîtkirin ku Yonca Kolge bi alava birînê hatiye qetilkirin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî û îro jî cenaze radestê birayên wê kirin. Hat hînbûn ku wê cenaze li Stnebolê bê definkirin.   Gumanbar Salîh B ku ji cihê  bûyerê reviya hat hînb û ku ji gelek sûcî sabiqeya wî heye û  bi destur ji girtîgeha vekirî derketiye. Çarçoveya lêpirsînê de Salîh B jî na vde 3 kes hatin binçavkirin.