KNK bi rojeva yekitiyê civiya 2026-04-12 15:36:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş a KNK’ê li Brukselê civîna 32’yemîn a komîteya dîplomasiyê li dar xist. Di civînê de girîngiya yekitiya neteweyî hate vegotin.    Bi beşdariya nûnerên gelek partî û saziyên Kurdistanî, li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a li bajarê Brukselê, 32'yemîn civîna komîteya dîplomasiyê hate lidarxistin. Civîn ji bo cangoriyên Kurdistanê bi yek deqe rêzgirtinê destpê kir. Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlûfer Koç di serî de axivî û got ku piştî şerê li Rojava, her wiha êrişên li ser Îranê, bi armanca hatina gel hev a partî û rêxistinên Kurdan, divê yekitiyeke neteweyî were avakirin.   Bi vê armancê li gelek dever û welatan civîn hatin lidarxistin. Pêşniyarnivîs hatiye amadekirin wê were xwendin. Civîn bi amadebûna nûnerên ji her çar hêlên Kurdistan û Ewropa seet 11:00'an destpê kir. Piştî hilbijartina komîsyonê, di civînê de ji nûnerên her beşek Kurdistanê nîqaş hatin kirin.   Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û got: “Ev pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, gihaye asteke girîng û lazime ev bibe qanûnî. Bi vê pêvajoyê re her çendî weke tê xwestin nebe jî, gelek guhertin çêbûne. Gelek qadên kar û xebatên birêxistinkirina gel vebûne. Armanca me em riyeke zelal bidin pêşiya xwe, gav bi gav bi nasnameyeke azad bimeşînin. Em weke Kurd li gora her rewşê jî xwe amade dikin. Armanca me avakirina aştiyê ye. Li vir rojev û erka me ew e ku em Kurdan bînin ba hev û saziyeke Kurdistanî ku her çar hêlên Kurdistan eleqedar dike, ava bikin. Derfet û xeterî pir mezin in. Îran pir lawaz bûye, lazime em xwe baş amade bikin. Ev tev bi armanca parastina Kurdan e.”   Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî di civînê de got: “Demildest pêwîstî bi avakirina sîwaneke neteweyî ya Kurdan heye. Ji ber ku tu hêzeke ji derve nikare ji bo Kurdan bibe çareserî. Newroza îsal li Bakur peyameke pir mezin da Kurdan. Siyaseta Tirkiyeyê li ser bingeha dijminatiyê ye, ew siyaseta dewletê ye, her tim negatîf axaftinan dikin, rewşeke ku her kêlî dikare were guhertin heye. Ew avabûna xurtkirina hevpeymaniya Kurdan li Rojhilat pir girîng e. Ev hevgirtin ji bo her çar beşên Kurdistanê derbazdar e û lazime were berfirehkirin. Dema êriş hate ser Rojava, me dît ku bi rastî jî gelê Kurd yek e. Yekitiya gel heye û lazime ev bibe sazîbûneke fermî.”   Di nava Komîteya Dîplomasî ya KNK'ê de ku bi giştî 32 partî û rêxistinên ji her çar hêlên Kurdistanê hene, îro nûnerên 23 sazî û partiyan amade bûn. Di piraniya axaftinan de wiha hate gotin: “Konferanseke netewî girîng e, ji ber ku ji serdema şerê cîhanê ya yekem heya bi vê serdemê jî ev gav ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke pir mezin e. Îro Kurd li her dera cîhanê têne naskirin, lê tu statuya xwe nîne.”   Ji nûnerên partî û layenên Kurdan a ji her çar hêlên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di wan axaftinan de xalên sereke yên derketine pêş wiha ne:   “Xebat û têkoşîna gelê Kurd a li rojhilatê welat girêdayî şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îran de nîne. Gelê Kurd bi dehan sale xebat û têkoşîna xwe dide meşandin, ev komara heyî bimîne yan nemîne, wê xebat û têkoşîna gelê Kurd her berdewam bike heya bigihîje mafên xwe yên çareseriyê. Parastina Başûr ji bo Rojhilat pir girîng e. Perestgeheke baş bû ji bo tevayî beşên Kurdan. Ev hevpeymaniya Kurdan ji bo Rojhilat pir girîng e û di nava gel de cihê keyfxweşî û serbilindiyê ye. Di vê serdemê de lazime xalên hevbeş derkevin pêş.”   Piştî nirxandina rewşa siyasî nîvîseke ku li ser navê endamên rêveberiya KNK'ê hatibû amadekirin, bi zaraveyên Kurmancî û Soranî hate xwendin. Civîna ku seet 11:00'an dest pê kir, nêzî du saetan dom kir.