Li Mersînê li ser xwendekarekî lîseyê çek hat dîtin 2026-04-15 18:04:39   MERSÎN - Li Mersînê xwendekarekî lîseyê çek li ser hat dîtin. Çek hat desteserkirin û xwendekar hat binçavkirin.   Li navçeya Tarsus a Mersînê hat tespîtkirin ku xwendekarek bi çekê hatiye dibistanê. Piştî ku rewş hat ferqkirin rêveberiya dibistan û polîsên dibistanê mudaxale kirin.   Rayedaran çeka ji ser xwendekar girtin.  Xwendekar hat binçavkirin û sewqê Midûriyeta Emniyetê hat kirin.