Jinan bertek nîşanê êrîşa li Sêwregê pêk hatiye dan 2026-04-16 09:05:34   Elfazi Toral   STENBOL - Jinan bûyera êrişa li ser dibistaneke li Sêwregê ku xwendekarekî êrîş kiribû û 16 kes birîndar kiribûn nirxand û diyar kirin ku ev ne pirsgirêkek ji rêzê ya pergalê ye.   Duh li navçeya Sêwregê ya Rihayê kesekî êrişî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu kiribû. Di encama erişê de 10 xwendekar, 4 mamoste, karkerek kantînê û polîsek birîndar bûbûn. Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bertek nîşanê bûyerê hat dayîn û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.   Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û Berdevka  Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) Dîdem Yilmaz der barê mijarê de axivîn.   Fatma Înce da zanîn ku bûyera tundiyê ya li dibistaneke Sêwrega Rihayê hatiye jiyîn ne ji rêzê ye ev pirsgirêkek pergalê ye û got di dema desthilatdariya AKP’ê de hem saziyên perwerdê hem jî mamoste bê îtîbar hatine hiştin. Fatma Înce wiha got: “Em dikarin nexweşxane û kedkarên tenduristiyê jî mînak bidin. Mamoste, xwendekar, malbat ji kirdebûna qada perwerdê hatine derxistin. Tundiya li vir divê girêdayê hev bê dîtin. Ev tundî ne tesaduf e. Ev pirsgirêkek pergalê ye.”   ‘Polîtîkayek giştî pêwist e’   Fatma Înce da zanîn ku divê çavkaniya pirsgirêkan bê lêpirsînkirin û wiha domand: “Em hestiyarbûna di vê mijarê de dibînin. Hemû hevalên me yên mamoste bi hestyarî tevdigerin û li dijî vê tehîdê hewl didin dengê xwe bidin bihistin.Polîtîkayên sendîkayan û mekanîzmayên pêşîgirtinê bêguman girîngin. Lê divê ev bê lêprisînkirin û sererastkirineke nû bê kirin. Em ligel mamoste û xwendekaran e. Ev mijar ne tenê bi protestoyan, bi politîkayeke giştî divê bê çareserkirin.”   Naveroka mufredatê   Dîdem Yilmaz jî da zanîn ku demek dirêj e li dibistanan li hember mamoste û zarokan êrîş tên kirin û di rojên borî de jî li Stenbolê xwendekarekî mamosteya xwe qetil kiriye. Dîdem Yilmaz wiha anî ziman: “ berî bi du rojan li Sêwerega Rihayê bûyerek hat jiyîn xwendekarekî 16 kes birîndar kirin û piştre xwe kuşt. Ev yek ji rojeva herî germ e. Ev bûyer ne ji rêzê ye..Ev berteka xwendekarekî ku bê pêşeroj û bê ewlehî hatiye hiştinê ye. Divê em sedema vê bertekê biaxivin û wisa nêzî çareseriyê bibin. Di salên dawî de naveroka mufredata pergala perwerdehiyê, der barê pêşeroja zarokan de tiştekî nade. Xwendekar bê pêşeroj tên hiştin û perwerdehiyeke bi gotina ‘nifşê oldar û kîndar’ perwerdê digirin.”   Polîtîka perwerdehiyê   Dîdem Yilmaz balkişand ser pirsgirêkan û got: “Ciwan xizaniyek mezin dijîn û ev jî bandora herî mezin e.  Di qada civakî, çapemeniya civakî û rêzefîlmên televîzyonan de bi tundiyê li çareseriya pirsgirêkan digerin. Her wiha di salên dawî de ev pir zêde di qada perwerdehiyê de pêk tê. Ev bi teşeyê rêveberkirina welat ve eleqedere.Divê mekanîzmayên tundiyê ji holê bên rakirin. Bi cezakirina zarok an jî ciwanekî pêşî li vê nayê girtin. Tundî veguheriye mekanîzmayekê. Ji bo hêviyek nû û pêşketina çareseriyê divê ev mekanîzma bê têk birin ji holê bê rakirin.”