Malbata Semanûr Aydin: Hasan Algul û malbatê wî kujer in 2026-04-17 13:55:24   STENBOL - ÎHD û malbata Semanûr Aydin bi daxwaza ji bo Semanûr Aydinê edalet daxuyanî dan. Dayika Semanûrê, Sûzan Aydin xwest ku malbata kujer were cezakirin û wiha got: “Çi ji destê min were ez ê bikim. Bibin dengê min, me tenê nehêlin.”   Di 22yê Adarê de li navçeya Fatîh a Stenbolê Semanûr Aydin ji aliyê mêrê bi navê Hasan Algul ve hatibû kuştin. Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) û malbata Aydin bi daxwaza edaletê li avahiya Şaxa ÎHDa Stenbolê ya Beyoglûyê daxuyanî da. Rêveberên ÎHDê, Komaleya Dema Jinan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li eywanê pankarta “Kuştina jinan polîtîk e, ji bo Semanûr edalet” hat vekirin.   Li vir ewilî dayika Semanûrê Sûzan Aydin axivî. Sûzan Aydin diyar kir ku ew ji bo zarokên xwe baş mezin bike xebitî ye û got: “Tundî li ser keça min kêm nedibû. Keça min dihat gel min. Lê dîsa jî keça min hat kuştin û ji min re gotin ‘keça te reviya ye.’ Ez dixwazim malbata kujer jî were cezakirin. Çi ji destê min were ez ê bikim. Ez dixwazim bibim dengê malbatên wekî me. Keça min bi hovane hat kuştin. Ez dixwazim qîr bikim, bibin dengê min, me tenê nehêlin. Em naxwazin tu kes were kuştin. Malbata Hasan jî dizaniya ku dê Semanûr were kuştin. Di vê cînayetê de ne tenê Hasan malbat jî sûcdar e. Em ê ji bo ku malbata Hasan jî were girtin em ê li ber xwe bidin.”   Dû re Seroka Şaxa ÎHDa Stenbolê Jiyan Tosûnê metna daxuyaniyê xwend. Jiyan Tosun anî ziman ku di kuştina jinan de bandora malbata kujer jî gelek girîng e û wiha axivî: “Di dengê hatine qeytkirin de diyar e ku malbata kujer jî sucdar e. Em ê qeyda di navbera Semanûr û bav û dayika Hasan Algul ve guhar bikin. Semanûr di axaftina xwe ya bi dayika kujer re jî dibêje ‘ez bimirim?’ Semanûr ji ber ku gilî kiribû Hasan 2 meh hatibû girtin. Lê bav û dayik û xalê Hasan ji bo Semanûr giliya xwe bi paş ve vekişîne xwestin Semanûrê qaneh bikin. Bersiva Semanûr ev bû ‘Ji bo lêdan hebû Hasan ket girtîgehê. Ji bo pişt Hasan sekînin rewşê anîn vê astê.’ Ev kesên ku xwestin Semanurê qaneh bikin, di dozê de gotin bi Semanûrê re neaxivîne.”   Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.