MKG û DFG: Tekoşîna heqîqetê wê bidome 2026-04-22 21:48:11   WAN - Şaxên MKG û DFG’ê yên Wanê, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd şahiyek li dar xist. Di şahiyê de wiha hate gotin: “Meşaleya heqîqetê riya me ronî dike. Em wek rêhevalên Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel wê têkoşîna heqîqetê bidomînin.”   Şaxên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) yên Wanê, bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê şahiyek li dar xist. Bernameya ku bi tevlîbûna gelek rojnameger, parastvanên mafên mirovan û welatiyan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek derbarê dîrok û xebatên çapemeniya azad de hat nîşandan.   ‘Em heqîqetê diparêzin’   Di şahiyê de Hevseroka MKG’ê ya Şaxa Wanê Zeynep Durgut axivî. Zeynep Turgut bal kişand ser girîngiya pênûsa azad û wiha got: “Heqîqet mîrateya herî mezin e ku bi keda çapemeniya azad ji bin axê hat derxistin û îro bi pênûs û kamerayan tê parastin. Em ê wekî şopdarên vê mîrateyê, li dijî her cure zextan dengê rastiyê bilind bikin.”   ‘Hêviya miletekî kir nav rûpelên rojnameyê’   Piştre, li ser navê DFG’ê Bazîd Evren derket ser dikê. Bazid Evren di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna dezenformasyonê û diyar kir ku divê rojnameger li dijî vê dezenformasyonê li ber xwe bidin. Bazîd Evren anî ziman ku Çapemeniya Azad li dijî her cure êrişan li ber xwe dide û got: “Mîqdad Mîthed Bedirxan 128 beriya niha tenê kaxezek çap nekir, wê hêviya gelekî kir nav rûpelên rojnameyê de. Kurd miletekî bindest e û divê çapemeniya Kurd jî ji bo azadiyê bixebite.”   ‘Rojnameger bîra civakê ne’   Herî dawî birayê şehîdê çapemeniyê Orhan Karaagar Nizar Karaagar axivî û bal kişand ser berxwedana Çapemeniya Azad. Nizar Karaagar destnîşan kir ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek, lê ew bîra civakê ne û roja Rojnamegerên Kurd û şehîdên çapemeniyê pîroz kir.   Şev bi stranan bi dawî bû   Piştî axaftinan, şev bi bernameyeke hunerî berdewam kir. Di şahiyê de Koma Aryen, Barody û Neslihan Edîs derketin ser dikê. Hunerweran bi stran û berhemên xwe reng dan şevê û beşdar bi gerandina govendê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kirin.