Li dijî girtiyên jin ên girtîgeha Evînê zext zêde dibin 2026-05-05 14:51:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bûne mafê hevdîtinê yê 7 girtiyên siyasî yên jin hate astengkirin. Parêzvanên mafê mirovan van pêkanîna wek hewldana tepeserkirina dengên li dijî darvekirinan di nirxînin.   Raporên ku ji girtîgeha Evînê tên weşandin, nîşan dide ku zextên disiplînê li dijî girtiyên jin ên siyasî û qedexeyên nû zêde bûne. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ sê hefteyan 7 girtiyên siyasî yên jin ji mafê hevdîtina bi malbatê re bê par hatine hiştin.    Navê girtiyên ku mafê wan ên hevdîtinê hatîne astengkirin wek; Zehra Safaî, Furux Takipur, Merziye Farsî, Elahe Fuladî, Erxavan Felaahî, Şîva İsmailî û Golrokh İraeî hate eşkerekirin. Rayedarên girtîgehê, hinceta ceza wek di dema çalakiyên li dijî darvekirinê de diruşme avêtine û sîrud gotine diyar kir.   Zextên li dijî jinên girtî zêde bûye   Hate diyarkirin ku girtî berê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ger beşdarî çalakiyên kampanyayê bibin, gefa cezayên qedexeya hevdîtina malbatê, qedexeya mafê telefonê û heta xistina hucreyên yek kesî li girtiyan xwari bû. Li gel pêkanîna qedexeya hevdîtinê, nîşan dide ku ev gef êdî bûne rast û zexta li dijî jinên girtî hê zêdetir bûye.   Fikar zêde dibin   Hate îfadekirin ku ev zext di demek ku bi taybet derbarê rewşa Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn de fikar bi awayek cidî zêde bûne de hate. Ev herdu girtiyên siyasî ên Kurd ku ji ber sûcên ewlehiyê hikûmî darvekirinê hatine kirin, di mehên dawî de li navenda xwepêşandanan girtiyên jin li dijî cezayên darvekirinê bicih bûye û gelek çalakiyên kampanyayê ji bo balê bikşînin ser xeteriya pêkanîna vê biryar li dar dixin.   Parêzvanên mafê mirovan, bê parhiştina girtiyên jin ji mafê hevdîtinê, bêdengkirina dengên li dijî darvekirinê, wek hewldana astengkirina piştevaniya bi mehkûmên darvekirinê re di nirxînin.   Qutbûnên înternetê didome   Li aliyê din, saziya kontrolê ya gerdûnî ku li Îranê qutbûnên înternetê dişopîne NetBlocks, di daxuyaniya dayî de, ragihand ku li seranserî welat qutbûna înternetê didome û ketiye roja xwe ya 67’an. Li gorî raporê, bi giştî dema qutbûnê gihaye 584 saetan û bandorên vê ketiye pêşiya pirsgirêkên teknîkî, belavî qadên civakî û hiqûqî bûye. Di raporê de hate diyarkirin ku ev rewş ‘sansura dîjîtale’, hate destnîşankirin ku di encama vê de bi awayek cidî herîkina agahiyan hatiye sînordarkirin.