Malzûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan 2026-05-06 18:11:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD'ê Malzûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiyan. Di civînê de pêşdeçûnên girêdayî dosyaya koçberan û rêbazên vegerê li gorî peymana 29'ê Çileyê hatin gotûbêjkirin.   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi şandeya ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê re hevdîtin kir, pêşdeçûnên dawî yên girêdayî dosyaya koçberan û rêbazên vegerê li gorî peymana 29'ê Çileyê nîqaş kirin.   Di civînê de rewşa giştî ya bajêr û gundewarê wî, rewşa koçberan, mekanîzmeyên birêxistinkirina vegerê bi awayekî koordînakirî piştî guhdarîkirina li komîteyê û daxwazên wan hatin gotûbêjkirin.   Mazlûm Ebdî diyar kir ku li gorî wan dosyaya koçberên Serêkaniyê di tevahî civînên wan ên bi aliyên eleqedar re tên nîqaşkirin û bi awayekî berdewam xebat ji bo misogerkirina vegera şêniyên Serêkaniyê bo bajar û gundewarê wan bi awayekî ewle û rûmet bêyî tu xeteriyan tê kirin.   Amadebûyan got pêwîstî bi zêdekirina koordîna û xebata hevbeş ji bo lezdana gavên vegerê heye.   Di dawiyê de civîn bi başî hat wesifkirin û lihevkirin li ser şopandina xebateke hevbeş di navbera komîteya koçberên Serêkaniyê û tevahî aliyên eleqedar de di dema pêş de hat kirin.