Dayika aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da 2026-05-06 18:55:16   MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz ya li Nisêbînê dijiya û bi salan bû li dijî nexweşiya pençeşêrê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînên li gundê hatxê dayika Aştiyê Azîza Akdenîz (73) jiyana xwe ji dest da. Azîza Akdenîz ya nexweşa pençeşêrê bû 20 roj berê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Nisêbînê. Azîza Akdenîz îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û li goristana Hatxê hat definkirin.   Keça Az3iza Akdenîz, Şemşîhan Akdenîz (Sosin) di 1989’an de tevli Têkoşîna Azadiya Kurd bû û di 1997’an de li Elkê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Azîza Akdenîz ji wê rojê de ye ji bo piştgiriya têkoşîna keça xwe tevli çalakî û bernameyan dibe û di meclîsa Dayikên Aştiyê de cih digirt.