Rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê hevdîtin li xizmên girtiyan qedexe kir 2026-05-14 13:43:30   STENBOL- Li sê kesan ji ber silav dan girtiyên din di dema serdana girtîgehê de, ji bo mehekê qedexeya serdanê hat birîn.   Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hevdîtin li xizmên girtiya bi navê Hatîce Yildiz; Ferhat Yildiz, Fînce Akmanû Fırat Kaya kir, ji ber ku girtiyên din silav kirin.   Fînce Akman bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku hevgirtina bi girtiyên di girtîgehan de wekî sûc tê nîşandan û got, "Hemû girtî xizmên me ne. Çi ceza bidin me jî em ê berdewam silavê bidin hev."   Hat hînbûn ku xizmên girtiyan û parêzerên wan dê li dijî qedexeya serdanê ya rêveberiya girtîgehê serî li rêyên qanûnî bidin.