Pirtûka Şadiya Manapê ya ‘Av jî Dinivîse’ derket 2026-05-20 10:30:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Şadiye Manap a bi navê “Av jî Dinivîse” ji weşanên Aryenê derket.   Pirtûka helbestan a Şadiye Manapê ya bi navê “Av jî dinivîse” ji weşanên Aryenê derket. Çapa pirtûkê ya yekem di Nîsana 2026’an de derket. Pirtûk ji 135 rûpelan û bi sedan helbestan pêk tê. Kêliyên di nava çar dîwarên girtîgehê û serpêhatiyên Şadiye Manapê, bûne hevrêyên rêzikên wê. Her helbest bi bêhna welat, hevaltî û azadiyê didin.    Şadiye Manap, di helbesteke xwe de wiha dibêje:   “Cimo dibêje:   ‘herin,   Herin  hevalno   Rûyê we rêwiyê rojê   Dilê we yê bêdawîtiyê ye   Dibe ku bîstekê din xwîna me biherike vê axê   An jî bedenên me   Di pêlên ferêt ên şêt de werin hingavtin   Lê zanibin ku   Hûn berfînên nûbihara zemheriyê ne   Şewata destpêkê ya dil in   Ji xwînê dilopa ewil in   Tovên ku pekiyane axê yên sifteh   Dê li ser şopa we   Bi êşa we haveyn bigirin   Bi azadiya we re   Azad bibe welatê me.”   Şadiye Manap kî ye ?    Şadiye Manap, di sala 1968’an de li gundê Xuşxuşkê yê bi ser navçeya Curnê Reş a Rihayê ji dayik bû. Li navçeya Serêkaniyê û li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê jiya. Di sala 1991’ê de tev li refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1992’yan de hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Sih sal û heşt mehan di girtîgehê de ma. Şadiye Manap, piştî ji girtîgehê derketî di xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) de cih girt û xebatên wê didomin.