Ji bo Pexşan Ezîzî û girtiyên din ku xetereya darvekirinê re rû bi rû ne bang 2026-05-21 14:06:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê ji bo Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadi û Hatem Ozdemîr ên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang kir û xwestin her kes li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bike.    Di nava 3 mehên dawî de li Îranê nêzî 100 kes hatin darvekirin û bi hezaran girtî jî bi xetereya darvekirinê rû bi rû ne. Aktivîst û rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî, Yousef Ahmadî û Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê rû bi rû ne.    Banga ji bo çalakiyan   Di daxuyaniyê de banga lezgîn li her kesî hate kirin ku bikevin nava tevgerê û wiha hate gotin: “Piştî înfaza Ramîn Zaleh û Karim Maroufpour, fikarên me yên ji bo pêleke înfaza siyasî ya nû zêde bûn. Bi zêdebûna hejmara darvekirinan re xetereya li ser jiyana girtiyên siyasî yên Kurd zêde bû. Niha jî Pexşan Ezîzî, Yûsif Ehmedî û Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê rû bi rû ne. Dadgeha Bilind a Îranê cezayê mirinê erê kir û daxwaza jinûvedarizandinê red kir.    Aktivîsta Kurd a ji Mahabadê Pexşan Ezîzî, di Tebaxa 2023’yan de hate girtin. Bi mehan di hucreya yekkesî de hate ragirtin û nehiştin biparêzerê xwe re hevdîtinê bike. Piştre jî bi tawanbariya ‘serhildana çekdarî’ cezayê mirinê lê hate birîn.    Girtiyê siyasî yê Kurd Yûsif Ehmedî yê ji Baneyê jî di Nîsana 2020’an de hate girtin. Îşkence lê hate kirin, nehate tedawîkirin û bi heman sûcdariyê cezayê mirinê lê hate birîn.    Aktivîstê siyasî yê Kurd Hatem Ozdemîr ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, di sala 2019’an de hate girtin. Li gor agahiyan, beriya cezayê mirinê îşkence lê hate kirin û piştre jî cezayê mirinê ji hêla dadgehê ve hate erêkirin.    Em bang li aktivîstên mafên mirovan, civaka navneteweyî, NY, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya kûrewî dikin ku ji bo sekinandina van înfazan û înfazên li dijî girtiyên siyasî yên li Îranê bêdeng nemînin û bikevin nava tevgerê.”