Danasîna ‘Evîna Dilan’ hat kirin 2026-05-22 18:46:36   AMED – Roja îmze û gotûbejê ya nivîskar û helbestvan Gulîstan Kanîreş hat lidarxistin. Gulîstan Kanîreş destnîşan kir ku ew pirtûka “Evîna Dil” li ser pêşenga tevgera jin a Kurd Evîn Goyî ya ku hat qetilkirin, girtiye dest.    Li Eywana Konferansê ya Baroya Amedê roja îmzeyê û gotûbej a nivîskar û helbestkar Gulîstan Kanîreş hat lidarxistin. Gelek kesên ku tevlî bernameyê bûn de parêzer Abdullah Çager moderatiyê kir û Gulîstan Kanîreş wek axaftvan cih girt. Beriya axaftinan ji Gulîstan Kanîreş û Abdullah Çager re plaket hat dayîn. Piştre Gulîstan Kanîreş dest bi axaftina xwe kir.     ‘Hezaran salan binivîsînim jî têr nake’   Gulîstan Kanîreş di destpêkê de behsa xwe kir û piştre got ku paytexta Kurditanê bi hezaran êş di dilê xwe de cih kiriye û kevirê vê derê bi hezaran êşan di bîra xwe de xêz kiriye. Gulîstan Kanîreş bi lêv kir ku ew hem nivîskar û hem jî  helbestvaniyê dike û domand, “Dem dem em xizmetan dikin. Dem dem xizmeta êşê û jinê dikin. Li hember tundiyê em li berxwe didin. Ez jî di vê rêyê de weka we têkoşînekê didim. Keda vê berxwedanê ya 40 salan ku derbas bûye, bi hezaran salên din jî vê êşê binivîsinin jî têr nake.”               ‘Ji bo winda nebe divê em binivîsin’   Gulîstan Kanîreş destnîşan kir ku ew ji kal û pîrên xwe fêrê wêjeyê bûye û wiha axivî, “Wêje bi xwe hêste. Hêstên me bi xwe firyane û keliyane. Lê belê tim dengê mêran hatiye bihîstin, dengê jinan nayê bihîstin. Dema ku tu nenivîsî dê dengê wan winda bibe. Çîrok û serpêhatî winda nedibûn. Eger ku em çîrok û serpêhatiyên xwe nenivîsinin dê ziman jî winda bibe.”   Evîna Dilan: Evîn Goyî   Gulîstan Kanîreş behsa pirtûka xwe ya nû “Evîna Dilan” kir û ev tiştan anî ziman, “Evîn Goyî şervanekê 32 salan bû. Li Reqayê li hember DAÎŞ’ê li berxweda û birîndar bû. Piştre derbasî Fransayê bû û li vir tedawî dît. Em salek û nîv li cem hev man li Almanyayê. Wekî sê jinên têkoşer çawa hatin qetilkriin, Evîn Goyî jî li Fransayê bi vî rengî hat qetilkirin. Wêje êşe tu wê wêjeyê çawa bixemilînî wisa reng digire. Min jî êş û kela dilê xwe xwest ku bigihînim hemû deran. Evîna Dilan roman e û derûnî ye. Min pirtûka xwe li ser Evîn Goyî nivîsandiye.   ‘Wêje, ziman û rengê civakê ye’   Gulîstan Kanîreş di dawiyê de wiha got, “Wêje rengê civakê rave dike. Wêje, ziman û rengê civakê ye. Wêje zimanê kurdî ye. Dema mirov nava çar dîwaran de bijî jî, bi wêjeyê dikare wê derê bixemilîne.”   Piştî axaftinan kesên tevlî bernameyê bûn pirsan pirskirin û herî dawî bername bi îmzekirina pirtûka bi dawî bû.