TAJÊ 19 jinên ku li Mûsilê hatibûn şewitandin bi bîr anî 2026-06-02 11:41:35   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ di daxuyaniya ku bi boneya 10’emîn salvegera qetilkirina 19 jinên Êzidî de da, got ku “Ji bo ji berpirsên vê fermanê ku di destê wan de xwîna civaka me heye hesab bê xwestin û edalet ciyê xwe bibîne, em ê têbikoşin.”   Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê DAIŞ’ê. Di 3’yê Hezîrana 2016’an de 19 jinên Êzidî li Mûsilê bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin şewitandin. Ev bûyer di dîroka mirovahiyê de weke lekeyeke reş hate nivîsandin. Di 3’yê Hezîrana 2016’an de 19 jinên Êzidî ku nexwestin ji ol û baweriya xwe vegerin rastî îşkenceyeke mezin tên. Piştre jî li meydaneke Mûsilê di nav qefesekê de tên şewitandin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi boneya salvegera qetilkirina van jinên berxwedêr, li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê ya li Deriyê Geliyê Kersê daxuyaniyek da û ew jin bibîr anîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Riham Hesen ve hat xwendin.    Rîham Hesen fermana 3’yê Tebaxê bi bîr xist û got: ‘‘Di 2014’an de fermaneke reş bi ser civaka me ya Êzidî de hat. Di encama fermanê de gelek jin û keçên me yên Êzidî hatin revandin. Di encama fermanê de 3’yê Hezîrana 2016’an 19 jinên Êzidî di qefesê de li pêş çavê herkesî hatin şewitandin.’’   Rîham Hesen balkişand ser berdewamkirina tekoşîna jinan û got: ‘‘Weke TAJÊ em wan jinan careke din bi bîr tînin û soza xwe ya ji wan re nû dikin. Ew nayên jibîrkirin û em ê wan nedin jibîrkirin jî. Ya li ser civaka me hate kirin mînaka wê nîne. Bi boneya vê rojê em bang li saziyên jin dikin, ji bo pêkanîna edaletê dengê xwe bilind bikin.’’   Berdevka TAJÊ Riham Hesen da zanîn ku wê her tim qêrîna wan jinan di guhê wan de be û ew ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha domand: “Ji bo ji berpirsên vê fermanê ku di destê wan de xwîna civaka me heye hesab bê xwestin û edalet ciyê xwe bibîne, em ê têbikoşin.’’   Riham Hesen bi gotina dirûşmeyên “Rihê şehîdên jin sax be, bijî berxwedana jinan, jin jiyan azadî’ axaftina xwe bi dawî kir.   Daxuyanî bi dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.