'Sînorkirina nafkayê dê tundiya li ser jinan zêde bike' 2026-06-04 16:07:08   NAVENDA NÛÇEYAN-Rêxistinên jinan li dijî betalkirina xala nafakayê ji aliyê Dadgeha Destûrî (AYM) ve bertek nîşan dan.   Dadgeha Destûrî (AYM) xala di madeya 175'an a Qanûna Sivîl a Tirkiyeyê de ku destûr dida ku dayîna nafakayê "bêdawî" betal kir. Ev biryar dê neh meh şûnda bikeve meriyetê. Piştî biryarê, rêze daxuyanî ji rêxistinên jinan û saziyên hiqûqî hatin.   Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê diyar kir ku beşek girîng ji jinan ne bi hilbijartina xwe, lê ji ber newekheviya zayendî ji jiyana kar têne dûrxistin û tekez kir ku piştî veqetînê, mehrûmkirina ewlehiya aborî ya jinên ku bi salan lênêrîn kirin, dê wan ber bi xizaniyê ve bibe. Di daxuyaniya Federasyonê de her wiha hate destnîşankirin ku qelskirina mafê nafaka dê ji bo jinan tundiyê zêdetir bike û wiha hate gotin, "Peyama ku ji jinan re tê dayîn ev e ku ew an tundûtûjiyê tehemûl bikin an jî divê xizaniyê qebûl bikin."   Mor Çati: Şerm e   Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati jî piştî biryarê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser vê rastiyê ku jinên di dema zewaca xwe de destûr nayê dayîn ku bixebitin, ji mafê xwe yê perwerdehiyê jî bêpar dimînin û bi tena serê xwe barê lênêrînê hildigirin, neçar in ku piştî veqetînê ji bo gihîştina dayîna nefeqyê yên  pir kêm têkoşîna hiqûqî  ya dirêj bidin. Weqfê biryar wekî "ji aliyê edaleta civakî ve şerm e" bi nav kir.   'Berevajî prensîba wekheviyê ye'   Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê jî li dijî biryarê bertek nîşan da. Di daxuyaniya xwe de, navendê diyar kir ku biryara Dadgeha Destûrî prensîba wekheviyê ya ku di xala 10'an a Destûra Bingehîn de cih digire binpê dike. Daxuyaniyê tekez kir ku nafaka ji bo jinên ku ji ber barê lênêrînê di zewacê de ji kar hatine dûrxistin, xizan bûne û rastî tundûtûjiyê hatine parastinek girîng e û got, "Armanc ew e ku jinan mehkûmî malbatên tundiyê dikin bikin, wan xizan bikin û wan neçar bikin ku barê lênêrînê qebûl bikin ku ji hêla dewletê ve nayê dabinkirin."