Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê banga rawestandina darvekirinan 2026-06-04 18:06:27   WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi daxuyaniyekê cezayên giran û darvekirinên rejîma Îranê ya li dijî gelên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û banga rawestandina darvekirinan hat kirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li dijî cezayên giran û darvekirinên rejîma Îranê ya li dijî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Qada Bajêr navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li hemberî qetlîamên rejîma îdamê ya Îranê em ê li qadan bin” hat vekirin. Tevî pêkhateyên platformê welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.   Hevserokê DBP’ê ya Artemêtanê Mazlûm Babûr metna bi Kurdî xwend û got ku ew wekî rêxistin, sendîka, saziyên sîvîl, platform û hêzên demokratîk ên li Wanê, bi xemgînî û nerazîbûneke mezin li hemberî zêdebûna darvekirin, desteserkirin û polîtîkayên tepeserkirinê yên Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê radiwestin. Mazlûm Babûr diyar kir ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan salan e ku li hemberî zext, zordarî û destwerdanên sistematîk yên dewletê têkoşîna xwe ya maf, azadî û hebûna xwe dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû guhertinên siyasî yên ku li Îranê çêbûne, pirsgirêka Kurd û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd heta niha nehatine pejirandin. Rejîma Îranê di her şert û mercê de, bi taybetî dema ku bi qeyran û aloziyên navxweyî an derve re rû bi rû dimîne, siyaseta xwe ya zordarî û bindestkirinê li hemberî Kurdan û gelên din zêdetir dike.”   ‘Darvekirin hatiye bilezkirin’   Berdewamiya metna daxuyaniyê wiha ye: “Di van meh û hefteyên dawî de, bi taybetî piştî şer û agirbestê di navbera Îran û DYA/Îsraîlê de, tê dîtin ku pêvajoya darvekirinan û cezayên giran li hemberî girtiyên siyasî, çalakvan û kesên ku ji bo maf û azadiyê deng didin, bi awayekî berbiçav hatiye bilezkirin. Di nava demeke kurt de gelek ciwanên Kurd hatine kuştin, gelek kes hatine darvekirin û gelek girtiyên siyasî jî li ber talûka infazê de dimînin. Ev rewşa xirab ne tenê meseleya gelê Kurd ve girêdayiye. Ev meseleya mafên mirovan, dadperweriyê, azadiya siyasî û giştî mijara tevî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, bêdengî li hemberî van kiryaran û bûyeran, bi awayekî neyînî piştgirî dayîna wan jî tê hesibandin.   Banga piştgiriya bi gelên Îranê re kirin   Di heman demê de, em silav û rêzgirtina xwe ji bo hemû girtiyên siyasî yên ku di zindanên Îranê de li hemberî cezayên darvekirinê têdikoşin û bi rojiya birçîbûnê berxwedanê didomînin, diyar dikin. Herwiha em bang li saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî van binpêkirinên giran bêdeng nemînin. Em bang li hemû rêxistinên ked û demokrasiyê yên Wanê, saziyên civaka sîvîl, sendîkayan, odeyan, platforman, partiyên siyasî, akademîsyen, nivîskar, hunermend û hemû kesên ku xwe bi nirxên azadî, wekhevî û dadperweriyê ve girêdayî dibînin dikin ku li hemberî van darvekirinan dengê xwe bilind bikin û piştgiriya xwe ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re nîşan bidin.   Darvekirin şermezar kirin   Em careke din polîtîkayên darvekirinê û tepeserkirinê yên rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku çareseriya pirsgirêkên nav civakê ne di darvekirin û zordariyê de ye, lê di demokratîkbûn, diyalog û rêzgirtina mafên gelan de ye. Bijî yekîtiya gelan, bijî berxwedana ji bo maf û azadiyê. Wê rejime darvekirin û kuştinê têk biçe, wê berxwedana gelê bindest serbikeve.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.