2 jin hatin qetilkirin, 2 mirinên bi guman 2026-06-05 17:36:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bursa û Konyayê du jin ji aliyê mêran ve bi çekê hatin qetilkirin û li Tekîrdag û Şirnexê jî du jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Binpêkirinên mafan ên li hember jin û zarokan didomin.  Li Bursa û Konyayê du jin ji aliyê mêran ve bi çekê hatin qetilkirin û li Tekîrdag û Şirnexê jî du jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Amed û Îzmîrê jî  der barê bûyerên du zarokên jiyana xwe ji dest dane de lêpirsîn hat destpêkirin.