Li Îranê darverkirina darvekirina jinan di asta herî jor de ye 2026-06-05 19:57:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan a Îranê Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye, di salek de 61 jin hatine darvekirin û ev yek di cîhanê de di rêza yekem de ye.   Zext, gef û êrîşên rejîma Îranê li ser welatparêz, çalakvan û girtiyên siyasî berdewam dikin. Bi taybetî di hedefa rejîma Îranê de jin di rêza yekem de ne.   Di salek de 61 jin hatin darvekirin   Çalakvana mafên jinan Nedîm Muqereb, di hevpeyvînek bi malpera Radyo Zemane de der barê rêjeya darvekirinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de axivî.   Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê zêde bûye û di salek de herî kêm 61 jin hatine darvekirin, ev yek di asta cîhanê de weke rêza yekem tê qeydkirin.   Darvekirinên bi awayekî veşartî   Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya sala 2025’an, Îran nêzî ji sedî 80 tevahiya darvekirinên tomarkirî yên cîhanê pêk aniye ku ev jî asta herî bilind a piştî sala 1981’ê ye.   Nedîm Muqereb diyar kir ku tenê kêmtirî ji sedî 10’ê darvekirinên jinan ji aliyê medyayên fermî yên rejîmê ve tên ragihandin û yên din bi veşartî tên bicihanîn.   Nedîm Muqereb destnîşan kir ku tundiya sîstematîk tenê dozên sivîl li xwe nagire, heta niha jî gelek jinên girtiyên siyasî û bi raman ên weke Şerîfe Mihemmedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di bin metirsiya darvekirinê de ne û wiha got: “Heman demê du jinên girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên bi navên Bîta Hîmetî û Meryem Hûdwend cezayê darvekirinê li wan hat birîn û metirsiyeke giran li ser jiyana Mehbûbe Şebanî û Hedîse Mirwarî heye ku bi tometa ‘şerê li dijî Xwedê (muharebe)’ tên dadgehkirin û bi cezayê muharebeyê jî darve kirine.”   Komeleya Parêzvanên Mafên Jinan jî ragihand ku bêparkirina tometbaran ji parêzerên serbixwe, bikaranîna îşkenceya zayendî di dema lêpirsînê û sepandina cezayê mirinê de, binpêkirineke eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e.