DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir 2026-06-06 15:12:19   ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç serî li Serdozgeriya Îzmîrê da û giliyê Rahmî Koç kir.   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç ku duh di vekirina nexweşxeneyeke Îzmîrê de kiribû serî li Serdozgeriya Îzmîre da û giliyê Rahmî Koç kir. Di gilîkirina DEM Partiyê de hate gotin ku Rahmî Koç nasnameya Kurd û jinan kiriye hedef û ji ber vê yekê ew giliyê wî dikin.