Aktîvîsta Kurd Sohêl Metaî li Îranê hat binçavkirin 2026-06-14 19:07:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê bi hinceta tevlîbûna Roja Jinan ya Cîhanî, çalakvana Kurd Sohêl Metaî ya ji navçeya Dêwane ya Sine binçav kir.   Zext û çewisandinên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan bê navber dewam dike. Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî çalakvana Kurd Sohêl Metaî agahî da.   Hate ragihandin ku Çalakvana Kurd a Mafê Jinan diparêze ku xelkê navçeya Dêwane ya ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Sohêl Metaî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku tevlî çalakiya Roja Jinan a Cîhanî bûye hatiye binçavkirin.   Hate diyarkirin ku Sohêl Metaî berî niha jî hatiye binçavkirin.