Hat îdakirin ku zarok birine Mêvanxaneya Mamosteyan lê polîs tedbîr negirtiye 2026-06-24 09:46:00   Şehrîban Aslan   DERSIM - Li Dêrsimê, hate îdiakirin ku çawişek bi navê A.U. li Mêvanxaneya Mamosteyan odeyek veqetandiye û zarokek biriye wê odeyê. Hat îdiakirin ku karmendan li dijî rewşê derketine zarok  gazî polîsan kirine lê polîsan tu tedbîr negirtine û wekî ku gilî şaş hatiye kirin rapor girtine.   Hat îdakirin  ku di 19'ê Hezîranê de li Dêrsimê çawîşekî pispor li Mêvanxaneya Mamosteyan ode veqetandiye û zarokek biriye wê odeyê. Karmendên ku kontrol kirine tespît kirine ku zarok nehatiye qeydkirin û îtîraz kirine. Piştî îtîraza karmendan çawîşê pispor zarok ji saziyê revandiye û înkar kiriye. Lê karmendan gazî polîsan kirne.  Lê polîsên ku hatine cihê bûyerê û fêkirine A.U. çawîşê pispor e derbarê wî de tu rapor negiritne û û wekî giliyê bê bingeh bûyer derbasî qeydan kirine.    Lê derbarê zaroka ku ji aliyê çawîşê pispor ve hat birin de tu agahî nehat bidestxistin.