TJA li Êlihê banga mezinkirina têkoşîna edaletê kir 2026-06-27 11:32:33   ÊLIH - Bi pêşengtiya TJA'yê derbarê kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn de, daxuyanî da û wiha diyar kir: "Bang li gelê Êlihê, jinan, saziyên sivîl ên sivîl, parastvanên mafên mirovan dikin ku têkoşîna edeletê mezintir bikin; bibin dengê heqîqetê."   Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, îşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşatî hat meşandin de ji 80’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10’an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartiyê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan yên giran yên li navendê hatine jiyîn û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.   Di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxadinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dfîtin ku xebatkarên navendê îşkence û tundiyê li astengdar, kal û pîr û nexweşxan dike.    Piştî operasyonê Navenda Rehabîlîstasyon aTaybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên îşkence, êrîşa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin lê hinek malbatan  serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan. Tevî ku çend roj ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yênder barê îşkenceya li navendê hatiye jiyîn derdikevin holê.   Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn, dê li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Metna bi kurdî ji hêla Havva Can û bi tirkî jî Ruken Zeryam Işik hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Sûcên wek îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê pêk hatine, ne sûcên tenê li hember kesekî hatine kirin in. Ev bûyer birîneke civakî ku jin, astengdar, pîr û kal çawa bi rejîmeke bêcezakirî re rû bi rû ye jî radixe ber çavan. Ji ber vê yekê berpirsyariya derxistina rastiyan û cezakirina failên vê bûyerê berpirsyariya hemû civakê ye.     Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) li hember van angaştan ji roja ewil heya niha çalakiyan li dar dixin û li ber xwe didin. Têkoşîna me û nobeta me ya edeletê di roja 10’emîn de ye. Ev 10 roj in daxwaza xwe ya edeletê li kolanan û taxan mezintir dikin; û diyar dikin ku tu kes dê rastiyan nekaribe di tariyê de bihêle.    Me roja ewil daxuyaniya xwe da, piştre jî meşa xwe li dar xist û li ser tora sanal vê rojevê xist rojeva raya giştî. Hefteyek jî li ber Edliya Êlihê bi daxwaza edeletê çalakiya rûniştinê li dar xist. Li ser têkoşîna me Walitiya Êlihê neçar ma daxuyaniyek bide. Her wiha saziyên sivîl ên civakî ket hewldanê û hin malbatan serî li Komaleya Mafên Mirovan da. Ji ber biryara nepeniyê li ser çapemeniyê ambargoyek heye, hin sazî û rayedar jî bêdeng in. Ev rewş jî nayê qebûlkirin. Em spasiyê xwe pêşkêşî çapemeniya azad û kesên piştgiriyê didin têkoşîna me didin dikin ku di vê pêvajoyê de em tenê nehiştin.    Li aliyê din, helwesta bêdengiyê ya li hember angaştên ev qas kirin berê jî hebû.  Me di bûyerên Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û Rojwelat Kızmaz de jî vî helwestî ditîbû. Van bûyeran nîşan dabû ku li Kurdistanê, di sûcên li hember jinan pêk tê de mekanîzmayên edeletê naxebitin; tevgerîneke li gorî hiqûq û politikayên şerê taybet pêk tê.     Em ê li hember van politikaya û texrîbatên ji ber van polîtakayan pêk tê rêxistinbûna xwe mezin bikin, bi parastina cewherî xwe rêxistin bikin. Tu jinên Kurd, zarok û astengdar ne tenê ye. Tu kes bila xwe bi tenê nebîne. Bîreke têkoşînê, saziyên têkoşînê û saziyên piştgirîyê yên vî gelî hene. Berê xwe bidin têkoşînê û hêza birêxistinkirî.     Em têkoşîna xwe derdixin asteke bilindtir. Ji vir pê de em ê li her taxê Êlihê ji bo jinan atölyeyan li dar bixin. Tax bi tax jinan bixin nav têkoşîna xwe ya edeletê, bi meşeke girseyî dengê xwe bilindtir bikin. Em ê bibin hevkarê têkoşîna edeletê ya malbatan. Piştgiriya hiqûqê û psikolojîk xurttir bikin. Parlamenterên me yên jin dê bibin şopdarê vê bûyerê, dê li Meclisê hesap bipirsin.     Em ê pey vê dozê bernedin.    Ji vi bang li raya giştî dikin;   Bêdeng nemînin, ji nedîtî ve neyên, nehelîn ser vê rastiyê bê girtin. Ji ber ku her sûcê îro bêceza tê hiştin dê siberojê bibe sedem ku mexdûrên nû derkevin holê.     Bang li gelê Êlihê, jinan, saziyên sivîl ên sivîl, parastvanên mafên mirovan dikin ku têkoşîna edeletê mezintir bikin; bibin dengê heqîqetê.     Heya rastî derkevin holê û hemû fail bên darizandin em ê ji nobeta xwe berdewam bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber ku li hember têkoşîna jinên rêxistinkirî û gelê rêxistinkirî tu tişt di taritiyê de namîne. Em li vir in, têdikoşin û heye edelet pêk bê jî têbikoşin.