Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ li 57 girtîgehan dewam dike 2026-06-30 14:12:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Îranê çalakiya “Sêşema li dijî darvekirinê” di hefteya 127’emîn de li 57 girtîgehên cuda dewam kir.   Koma Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ li ser hefteya 127’emîn a çalakiya li 57 girtîgehên Îranê dewam dike, daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiya otorîter a li desthilatdariyê mekanîzmaya zext û înfazê bi dewam dimeşîne.   Li gorî daxuyaniyê, ji meha Gulanê heta bi Hezîranê nêzî 140 kes ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘‘Kampanyaya girtiyên siyasî wê her Sêşemê bi greva birçîbûnê dewam bikin û heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê li ber xwe bidin.’’