Hejmara meha tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket 2026-07-01 10:23:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya Jin di hejmara xwe ya Tîrmehê de ji berxwedana 14’ê Tîrmehê heta avakirina civaka demokratîk, ji rola pêşengtiyê ya jinan heta xweparastinê, ji geşedanên li Rojhilata Navîn heta krîza avhewayê gelek sernav nirxandin.   Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Neteweyî: Rêya azadiyê di polîtîkbûnê re derbas dibe” derket.   Rojnameyê destnîşan kir ku 14’ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd sembola hebûna neteweyî û kevneşopiya îradeya azadiyê û berxwedanê ye.   Di hejmara Tîrmehê de têkildarî geşedanên heyî yên pêvajoya aştî û civaka demokratîk, rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn, di avakirina civaka demokratîk de rola pêşengtiyê ya jinan û ciwanan, komkujiyên jinan, çand, krîza ekolojîk û têkoşîna jinan dosya, roportaj û analîz hebûn.   Nivîskar Raperîn Mûnzûr di nivîsa xwe ya bi sernavê “Berxwedana 14’ê Tîrmehê û têkoşîna civaka demokratîk” de destnîşan kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ne tenê bûyereke dîrokî ye.   Mûnzûr ragihand ku têkoşîna rêxistinkirî, bi zane û polîtîk şertê esas ê azadiyê ye û anî ziman ku ruhê şoreşgeriyê yê salên 1970’î, çanda komunê û feraseta têkoşîna rêxistinkirî divê jinûve were xurtkirin.   Di rûpelên rojev ê rojnameyê de nivîsa Koordînasyona PAJK’ê jî cih girt. Di nivîsê de hate diyarkirin ku divê her kes li dora banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk kom bibe û hate destnîşankirin ku jin divê di têkoşîna birêxistinkirî de bi roleke diyarker rabin.   Pelşîn Tolhildan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Avakirina demokratîk û pêşengtiya jinê” de, berpirsyariya dîrokî ya jinan a ji bo avakirina civaka demokratîk nirxand.   Evîndar Ararat di nivîsa xwe de feraseta civaka demokratîk nirxand.   Haskar Kirmizigul jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Gelo komunbûn li pişt Çiyayê Kaf e, yan li ber serê me ye?” de feraseta komunbûnê nirxand.   Di hejmara Tîrmehê de roportaja bi sernavê “Aştî, cejna kesên hezkirinê dizanin e” jî cih girt ku ji aliyê Medya Doz ve hatiye amadekirin.   Di roportajê de nêrînên komeke gerîla yên derbarê pêvajoya siyasî de, hatin girtin.   Di nivîsa Gelawêj Ewrîn de pêkanînên navneteweyî yên li ser Îranê û avantajên vê yên aborî û stratejîk ên ji bo Tirkiyeyê, hatin nirxandin.   Di nivîsa Roza Metîna de girîngiya xweparastin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, hate nirxandin.   Di nivîsê de hate diyarkirin ku xweparastin tenê bi fîzîkî nîne, di heman demê de pêvajoyeke xurtbûnê ya zihnî, civakî û polîtîk e û hate gotin, hingî jin zanebûna xweparastinê pêş bixin, wê bikarin hîn azadtir tevbigerin.   Di roportajeke rojnameyê de hate destnîşankirin ku YPJ tene çêkereke leşkerî nîne, di heman demê de sembola îrade û nasnameya jinan e.   Di roportajê de hate diyarkirin ku parastina statuya YPJ’ê tê wateya parastina mafên hemû jinan.   Di rûpela ekolojiyê ya Menekşe Kizildere de hate diyarkirin ku krîza avhewayê yek ji pirsgirêkên kûreyî ye ku çavkaniya xwe ji modernîteya kapîtalîst digire.