Fîlozofa Fransî Geneviève Fraisse piştgirî da banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 2026-07-02 11:29:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya piştevaniya navneteweyî ya ji bo banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' deng vedide. Felsefevan û parlamentera berê ya Ewropayê Geneviève Fraisse bi peyamekê piştgirî da vê pêvajoyê.   Kampanya piştevaniya navneteweyî ya ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan deng vedide. Felsefevana femînîst a Fransayê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Geneviève Fraisse bi peyamekê destek da pêvajoyê.   ‘Hêvîdar im ku hûn ê di têkoşîna xwe ya aştiyê de bi ser bikevin’   Geneviève Fraisse di peyama xwe de wiha got: “Nasname ne ‘avani’yên rawestiyayî yên ji jidayîkbûnê ne; ew ‘pêvajo’yên herikbar, siyasî û dîrokî ne. Nasnameya Kurd jî hebûne ke dînamîk e ku li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliyê ava bû, îro li Ewropayê jî dîasporeyek xwe heye û bi jiyana siyasî û çandî ya gelên din re ketiye nava hev. Ji ber vê yekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan rast dibînim ku li şûna Kurdîtiyê îzole bike, vediguherîne têkiliyeke diyalojîk. Siyaseteke li derveyî sînoran û wekhev a ku di navbera gelên Kurd, Tirk, Ereb û Fars bê afirandin, bi rengekî xwezayî divê hurmetê nîşanî rastiya herikbar a nasnameyan bide. Dem hatiye ku têkoşîna li dijî neteweperestî û mêtingeriyê dûrî cihêkariyê bi perspektîfeke di ser neteweyan re bê meşandin. Bawerim Entegrasyona Demokratîk a ku Ocalan ji bo Kurdan pêşniyar kiriye ev e. Hêvîdar im ku hûn ê di têkoşîna xwe ya aştiyê de bi ser bikevin.”