Keda tê dayîn û heqdestê nayê girtin: Karkerên titûnê 2026-07-05 09:02:22   Neslîhan Kardaş   MÊRDÎN- Li Qoserê jinên li  erdê titunê dixebitin, diyar kirin ku bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev û wiha gotin: “Em hem diwestin em hem nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin. Pereyê em digirin kêm e. Niha 850 lîre rojane didin me. Em bi vî pereyî çi bikin. Em neçarin vî karî bikin. Divê karsaz beramberê keda me bidin.”   Yek ji berhemên ku li deşta bi bereket a Qosera Mêrdînê tê çandin, titûn e. Bi taybet jî genim, ceh, garis û gelek berhemên din zêdetir tên çandin. Di hilberînê de keda jinan gelek mezin e û jin saetên zû yên sibehê diçin nav erdan û di bin germa zêde de 8 saetan bi 850-870’ê lîre dixebitin. Jinên ku beramberê keda xwe nagirin, dema vedigerin malê vê carê jî karê malê  dikin.   Jinên li gundê Axziyaret ê Qosera Mêrdînê li nav erdên titûnê dixebitin pirsgirêkên ku dijîn vegotin.   ‘Em sibehê saet di 5’an de dest bi kar dikin’   Mava Begarî ya li  erdê titûnê dixebite da zanîn ku eşêfê dikin û got sê sal e li erdê titûnê dixebite. Mava Begarî wiha anî ziman: “Em zehmetiyan dikşînin. Em ji bo amadekariyê bi şev saet di 3’and e radibin. Em dikevin rê û di 5’an de dest bi kar dikin. Ji ber germê em saet di 1’ê de diçin malê. Germ me dide zorê. Jin li malê jî karê malê dikin û hîn bêtir diwestin.”   850 TL rojane û gelek pirsgirêk   Leyla Begarî jî destnîşan kir ku karê dikin zehmet e û wiha bi lêv kir: “Ji ber germê em pir zehmetiyan dikşînin. Em sibehê saet di 3’an de radibin û dikevin rê. Em li vir diwestin û dema em diçin malê em hîn bêtir diwestin. Em ji neçarî tên vir. Şertên jiyanê zehmetin. Em pir kêm pere digirin. Fatureyên av, ceyranê zêde ne û xurek pir biha ye. Em diwestin. 850 lîra rojane didin. Ma kî bi vî pereyî dixebite. Em xwarinên xwe ji malê tînin. Di germê de xwarinên me xera dibin. 30 deqe bîhndana me heye. Em heta xwarinê amade dikin dem diqede. Tuvalet tune ye. Hemû xebatkar  jin in û ev jî pirsgirêkek mezin e.”   ‘Ava me jî ne paqij e’   Meryem Akar jî axivî û wiha anî ziman: “Em sibehê saet di 5’an de dest bi kar dikin. Em heta 9’an bê navber dixebitin. Em di 9’an de taştê dixwin. saetê carê navber heye. Her tim kar tune ye. Em carnan tên.  Çawîş hene, karsaz li wan digerin ew jî li gorî hewcedariyê karkeran dixwazin..Carna em li malê ne kar tune ye carnan jî bê navber hefteyekê kar heye. Dema bang bikin em diçin. Em di bin rojê de germê de dixebitin. Divê şertên me bên başkirin. Ava vexwarinê jî ne paqij e. Karê vir biqede jî li malê em nikarin bisekinin. Em xwarinê çêdikin, karên din yên malê dikin.”