Baroya Wanê ji bo Rojîn Kabîş daxuyanî da: Em ê nehêlin doz bê girtin 2026-07-17 13:21:49     WAN - Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan a Baroyê têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş daxuyaniyek da û ragihand ku di rapora ATK'ê de li ser laşê Rojîn Kabaîş DNA'ya du mêrên cuda hatiye dîtin. Baroyê ji bo tespîtkirina sedema mirinê daxwaza vekirina gora Rojîn Kabaîş kir.   Komîsyona Şopandina Doza Rojîn Kabaîş a ku ji aliyê Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan a Baroyê, Şaxa OHD'ê ya Wanê, Komeleya Jinan a Starê û ÎHAMEDê ve hatiye avakirin, têkildarî mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku 27'ê Îlona 2024'an de winda bibû û 15'ê Cotmeha 2024'an de laşê wê li qiraxa Gola Wanê hatibû dîtin, daxuyaniyek da. Baroyê agahiyên dawî yên di dosyaya lêpirsînê de bi raya giştî re parve kirin.   Daxuyanî ji aliyê cîgirê Seroka Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Di daxuyaniya Baroyê de hat diyarkirin ku di rojên destpêkê de lêpirsîn tenê li ser îhtîmala ‘întîharê’ hatiye meşandin û herêmeke teng hatiye lêgerîn û ev yek got: “Bi hewldanên baroyê dozgerekî duyemîn ji dosyayê re hatiye wezîfedarkirin û lêpirsîn ber bi îhtîmalên din ên bi guman ve hatiye berfirehkirin.”   Baroyê bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) û xalên girîng ên di raporê de û wiha rêz kirin: “Di rapora ATKê de, li ser hestiyê sîngê (sternum) û di herêma intravajînal a Rojîn Kabaîş de profîla DNA'yê ya du mêrên cuda hatiye tespîtkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku îhtîmala ‘bulaşê’ bi rêbaza zanistî bê lêkolînkirin. Her wiha me daxwaz kir ku nimûneyên DNA'yê ji xebatkarên ku laşê wê hilgirtine, peywirdarên otopsiyê, cerdevanên taybet ên zanîngehê û hemû xebatkarên nêr ên wargeha KYKê ya ku di wê demê de wezîfedar bûn bên girtin û rûbirûkirin.”   Baroyê diyar kir ku ji ber derengxistina raporan û lihevnekirina daxuyaniyên serdozgeriyê yên li ser herêmên DNAyê, wan li dijî berpirsên ATKê bi hinceta ‘veşartina delîlan’ serlêdana sûc kiriye.   Di daxuyaniyê de derbarê raporên li ser sedema mirina Rojîn Kabaîş de agahiyên balkêş hatin parvekirin: “Her çend di pişikên Rojîn Kabaîş de av nehatibe dîtin jî, sedema mirina wê wekî ‘xeniqîna di avê de’ hatiye tomarkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku fethî qebr (vekirina gorê) di nav de hemû rêbaz bên bikaranîn û ‘Testa Diatomê’ bê kirin da ku bi awayekî teqez diyar bibe ka ava ku wê nefes pê girtiye ava Gola Wanê ye yan na.”   Baroyê di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku şîfreya telefona Rojîn Kabaîş hîn jî nehatiye vekirin û ji bo vê daxwaza alîkariya teknolojîk a navneteweyî kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji ber zafiyeta ewlehiyê ya di nav kampusê de û dereng agahdarkirina malbatê, li ser serlêdana wan li dijî Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û rêveberiya wargehê lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.   Baroya Wanê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Zêdebûna mirinên bi guman ên jinan û cînayetên li Tirkiyeyê, me neçar dike ku em van pêvajoyan bi awayekî çalak bişopînin. Wekî Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan, em ê li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo Rojîn û hemû jinan heta dawiyê bidomînin.”