Di dosya Gulîstan Doku de 2 polîsên din hatin girtin 2026-08-01 22:09:34   ERZIROM – Di lêpirsîna Gulîstan Doku de du polîsên din hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de hejmara girtiyan derket 27’an.   Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê der barê windakirina Gulîstan Doku de datbû destpêkiribû de 5 polîsên din sewqê edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê der barê çar heban de daxwaza girtinê kir. Dadgehê der barê du heban de biryara girtinê der barê du kesan de jî bi şerta kontrola edlî biryara berdanê da.   Bi vê re hejmara girtiyên di çraçoveya lêpirsînê de derket 27’an.