Kongra Star û PYD Komkujiys Şengalê şermezar kirin 2026-08-03 12:57:19   NAVENDA NÛÇEYAN -Bi boneya salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê, PYD û Kongra Star li Lubnanê sûcê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî Êzidiyan hatiye kirin, şermezar kirin û gotin: “Eşkerekirina çarenûsa kesên hatine revandin û parastina jinan, pêwîstiyek lezgîn e.”   Salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê careke din balê dikişîne ser yek ji tawanên herî tirsnak ên li dijî Êzidiyan hatine kirin. Kurd, ligel gelên azadîxwaz ên li çar aliyê cîhanê, bandorên wêranker ên êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an û qurbanî, kesên winda û êşên berdewam ên ji wê derketine, bi bîr tînin.   ‘3'ê Tebaxê di bîra gelê Kurd de dîrokek reş û bi êş e’   Di salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star li Lubnanê daxuyaniyek hevbeş weşandin û wiha hat gotin: “Her sal di 3'ê Tebaxê de, gelê Kurd, ligel gelên azadîxwaz ên li çar aliyê cîhanê, salvegera trajîk a komkujiya Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de dest pê kir, dema ku gelê Êzîdî rastî êrîşeke hovane ya DAIŞ'ê hat, bi bîr tînin. Ev yek ji tawanên herî hovane yên sedsala 21'an bû, ku ji hêla saziyên navneteweyî ve wek jenosîda li dijî Êzidiyan tê dabeş kirin.”   ‘Jin hedefa sereke ya êrîşan bûn’   Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Êzidî hedefa sereke ya êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bûn û ev tişt hatin bibîrxistin: “Rastî binpêkirinên sîstematîk û bêhempa hatin. Di nav de kuştin, revandin, koletiya zindî, tecawiz, zewaca bi zorê, bazirganiya mirovan û firotina li bazarên koleyan hebûn. Her wiha ew rastî koçberiya bi zorê û veqetandina ji endamên malbatê xwe hatin. Armanca van sûcan tunekirina civaka Êzidî bû û nasname û hebûna wê bi rêya bikaranîna jin û jinên ciwan wek amûrên teror û qirkirinê hedef girtin.”   ‘Heya niha êşa komkujiyê tê jiyîn’   Daxuyaniyê zelal kir ku biryar û raporên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar ve hatine weşandin piştrast dikin ku hovîtiyên ku li dijî Êzidiyan, bi taybetî jinan li gorî qanûna navneteweyî jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer in. Daxuyaniyê balkişand ser êş û azarên ku heya niha Êzîdî ji ber komkujiyê dikşînin û wiha hate gotin: “Tevî derbasbûna salan ji vê trajediyê, êşa kesên rizgarbûyî berdewam dike û çarenûsa gelek kesên revandî hê jî ne diyar e. Ev yek hewce dike ku hewldanên navneteweyî du qat bên zêdekirin da ku çarenûsa wan bê eşkerekirin, ji hemû kesên berpirsyarê van sûcan hesab bê pirsîn, piştgiriyek berfireh ji bo kesên rizgarbûyî bê peydakirin.”   Daxuyaniyê tekez kir ku jinên Êzidî bûne sembolek gerdûnî ya berxwedanê li hember terorîzmê û wiha hat domandin: “Rewşa wan dê wek delîlek zindî bimîne ji bo pêwîstiya parastina jinan li deverên pevçûnê, pêşvebirina edaleta veguhêz, parastina rûmeta mirovan û pêşîgirtina li dubarebûna sûcên li dijî her gel an civakê li cîhanê.”   ‘Divê ev sûc carek din neyên dubarekirin’   Daxuyaniyê destnîşan kir ku tiştê li Şingalê qewimî ne bûyerek tenê bû, her wiha encamek rasterast a polîtîkayên têkçûyî yên parastina sivîlan û belavbûna bîrdoziya tundrew û terorîzmê bû. Daxuyanî wiha dom kir: “Ev yek pêwîst dike ku civaka navneteweyî, hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bigirin ser xwe da ku sûcên wiha dubare nebin, Şengalê ji nû ve ava bikin û şert û mercên pêwîst ji bo niştecihên wê peyda bikin.”   ‘Pirsgirêka Şengalê pirsgirêkek netewî ye’   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em piştrast dikin ku pirsgirêka Şengalê ne tenê pirsgirêkek Êzidiyan e, her wiha pirsgirêkek mirovî û neteweyî ye ku hişê cîhanê dihejîne û helwestek navneteweyî ya hişk hewce dike da ku kêmneteweyên olî û etnîkî biparêze û prensîbên edalet û mafên mirovan biparêze.”   ‘Em bi gelê Şengalê re hevgirtina xwe nîşan didin’   Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongra Star li Lubnanê hevgirtina xwe bi ciwan û jinên ciwan ên Şengalê re nû kirin û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kirin: “Em tekez dikin ku dilsoziya bi qurbaniyan re, berdewama xebatê ji bo rastî, edalet û naskirina tevahî ya jenosîdê, hesabpirsîna hemû berpirsyaran û mîsogerkirina pêşerojek ewledar ku bi aştî, rûmet û jiyana hevbeş ve tê diyarkirin, pêwîst dike. Rûmet ji bo şehîdên Şengalê, azadî ji bo hemû jin û mêrên hatine revandin û edaletê ji bo hemû qurbaniyan, daxwaz dikin.”