Tulay Hatîmoglulari: Qanûna çarçoveyî dîrokî ye 2026-08-05 14:53:06   ENQERE - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ku qanûna çarçoveyî îmze kirin diyar kirin ku tevî kêmasiyan jî ev qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye.   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ên ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kirin, daxuyanî dan.   Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku piştî muzakereyên 2 salan qanûna çarçoveyî ku dê îro pêşkeşî Meclisê bê kirin dîrokî ye û ev yek anîn ziman: “Komîsyona ava bûbû merhaleyeke girîng bû. Rapora komîsyonê jî dîrokî û girîng bû. Yek jî merhaleyên dîrokî çûyîna Komîsyonê li Girava Îmraliyê bû. Pêşkêşkirina qanûna çarçoveyî ji bo Serokatiya Meclisê jî dîrokî û girîng e. Helbet ev qanûn nikare pirsgirêka sed salî çareser bike. Lê ji bo vekirina deriyekî nû dîrokî ye. Ji bo me jî tê wateya vekirina deriyekî ji bo çareseriyê. Ji niha şûn ve jî ji bo ev qanûn bibe pratîk û desteyên bên avakirin pir girîng in. Divê ev qanûn bibe qanûneke binyadî. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorê ye. Em jî vê merhaleyê girîng dibînin. Em hêvî dikin hemû partî jî piştgiriya vê qanûnê bikin. Em bi bawer in ku ev qanûn deriyekî demokrasiyê vebike.”   'Rûpelekî nû  vedibe'   Tuncer Bakirhan di îmzakirina qanûna çarçoveyî de axivî û spasiya kesên ku ked dane pêvajoyê kir û Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û wiha axivî: “Em rêya Sirri Sureyya Onder bi rê ve dibin û înşelah wê me bibe encamê. Îro ji bo siyaseta Tirkiyeyê rûpeleke nû vedibe. Ji ber ku piştî banga birêz Ocalan cara yekem em siberoja xwe bi hev re dinivisînin. Em ji bo me hemûyan derfeteke û em dixwazin 86 milyon sûdê werbigirin. Ev destpêkeke girîng e. Çawa em kêmasiyên qanûnê rexne dikin lê giringiya wê jî diparêzin. Ji ber ku ji bo Tirkiyeyê deriyeke nû vedike. Weke birêz Ocalan dibêjê, ‘rêyên dirêj bi yek gavê dest pê dike’. Em jî gava yekem diavêjin. Tevî kêmasiyan jî em ê vê qanûnî civakî bikin. Me îro îmzayek avêt. Ev îmze ji aştî û demokrasiyê re hatiye avêtin. Bila ev qanûn ji 86 milyonan re bi xêr be.”