Fatma Înce: Divê di pêvajoya çêkirina qanûnê de em li ser maseyê bin 2026-08-07 09:05:37   Rojin Abay   STENBOL - Hevberdevka Meclîsa Jinan a SODAP’ê Fatma Înce, diyar kir ku aştiyeke mayînde bi tevlibûna jinan û ewlehiya hiqûqî pêkane û got divê jin di pêvajoyên çêkirina destura bingehîn û qanûnê de wek kirde cih bigirin.   Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk de dihat payîn, pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hat kirin. Pêşnûme ji 12 xalan pêk tê û wê roja înê di Komîsyona Edaletê de, roja yekşemê jî di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bê nirxandin.Piştre jî ji bo qanûnîbûna pêvajoyê wê xebat zêde bibin.   Xebat û nîqaşên ‘Qanûna çarçoveyî’ didomin û jin der barê pêvajoyê de daxwazên xwe tînin ziman.   Hevberdevka Meclîsa Jinan a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce der barê ‘qanûna çarçoveyî’ û tiştên divê bê kirin de axivî.   ‘Divê jin bibin kirde’   Fatma Înce destnîşan kir ku tevgera jinan bi salane ji bo jiyaneke azad, wekhev û bê tundî têdikoşin û wiha got: “Ji aliyê me de bernameya jiyaneke bê tundî, azad û wekhev diyare. Jin di pêvajoya çêkirina destura bingehîn û demokratîkbûnê de bibin kirde wê daxwazên şênber jî bikevin jiyanê. Di navbera têkoşîna welatibûna wekhev a jinan û aştiyê de raste rast têkilî heye. Daxwazên ku rêxistinên jinan tînin ziman parçeyeke demorkatîkbûnê ye. Di pêvajoya heyî de daxwazên şênber yên jinan hene. Ji bo aştiyeke mayînde divê ev daxwaz bikevin jiyanê. Demokratîkbûn bi wekheviyê pêkan e.   Daxwaz   Fatma Înce daxwaz wiha rêz kirin: “Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê qeyûm ji ser kar bên kişandin. Divê astengiyên li pêş perwerdehiya bi zimanê dayikê û xizmeta cemawerî bên rakirin. Divê mêrên gumanbarên tundiya zayendî yên unî formayî bên darizandin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û jin di maseyên ku aştî tê axaftin gotina xwe bibêjin.”   Destkeftiyên jinan   Fatma Înce  destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê bi bangên ku mafê jinan xurt dike pêş bikeve û wiha domand: “Têkoşîna jinan a di vî alî de didome. Li hember mafê jinan êrîşên giran hene. Bi pakêtên 11 û 12’emîn yên darazê di serî de mafê nefeqeyê û gelek mafên hatine bidestxistin yên jinan hedef hatin girtin. Têkoşîna li dijî van didome. Li dijî sererastkirinên ku mafê jinan tîne rojevê em têkoşîna xwe mezin dikin.”   ‘Divê em di pêvajoya çêkirina qanûnan de hebin’   Fatma Înce nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Divê jin ne tenê pêvajoyên muzakereyê ya aştyê de divê di pêvajoyên çêkirina destura bingehîn û qanûnî de jî raste rast xwedî gotin bin. Divê di komîsyonên li meclîsê bên avakirin de jin û rêxistinên jinan bi bandor bên temsîlkirin.Divê jin wek aktorên damezrîner li ser maseyê cih bigirin. Bi Pêşengiya Besê Hozat bi pêşengî û îradeya jinekê merasîma şewitandina çekan pêk hat. Pêşengî û karekterê jinan yê di vê pêvajoyê de jî diyar kiriye. Divê aştiyeke bi rumet û civaka demokratîk bi hev re bê avakirin.”