Li Çinarê ji bo Raperîn Bahoz şîn hat danîn 2026-08-21 12:35:01   AMED - Li Çinarê ji bo endama HPG'ê, Gulcan Kaya, şîn hat danîn.   Li taxa Pornagê ya navçeya Çinarê ya Amedê, ji bo Gûlcan Kaya (Raperîn Bahoz), endama HPG'ê ku di 25'ê Tebaxa 2019'an de li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.   Girseyek mezin çû şîna ji bo gerîlaya HPG'ê Gulcan Kaya bû. Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUHAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî çûn şînê.    Girseyê ji bo Gulcan Kaya dua kir.