Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî 2026-08-23 16:01:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê got, “Divê belge, not û agahiyên ku ji Heyeta Îmraliyê, an jî ji malbat û parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikin, tên û li ser bingehek fermî ne, bên bawerkirin.”   Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê belavbûna notên hevdîtinê li ser medyaya civakî yên bi Rêber Apo re, ev daxuyanî da:   “Di van rojên dawî de, hin nivîsên ku wekî ‘notên hevdîtinê’ tên nîşandan û bi navê Birêz Abdullah Ocalan ve tên girêdan, dîsa li ser medyaya civakî hatine belavkirin.   Hin nivîs ku bi navê ‘notên hevdîtinê’ tên belavkirin, ne zelal e ku ji ku derê ne û li ser çi esasê ne. Di van nivîsan de hin tişt tên zêdekirin û hin jî tên rakirin. Her wiha dîsa hin gotin û îfadeyên derbarê kesan de tên zêdekirin. Di hin nivîsên ku bi navê ‘girtek’ tên belavkirin de jî hin îdîa hene ku armanc dikin raya giştî bixapînin û pêvajoyê proveke bikin.   Em van nêzîkatiyan wekî çalakiyeke xeterê dibînin ku rasterast dixwaze Birêz Ocalan û pêvajoya ku gihîştiye asteke girîng sabotaj bike. Em eşkere dibêjin ku ev tişt tu carî nayê qebûlkirin.   Em careke din dixwazin bibêjin ku tenê divê belge, not û agahiyên ku ji Heyeta Îmraliyê, an jî ji malbat û parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikin, tên û li ser bingehek fermî ne, bên bawerkirin.”