Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên jin dewam dikin 2026-08-25 15:20:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Her du jinên Kurd yên çalakvan ku di dema xwepêşandanên dawî de li Îranê hatine girtin, cezayê lêdana 31 qamçiyan li ser hat bicihanîn.   Du jinên Kurd yên çalakvan ên bi navên Neda Dedecanî û Sitayiş Serabî ku di dema xwepêşanên dawî yên li Îranê de hatibûn girtin, cezayê lêxistina 31 qamçiyan li ser wan hat bicihanîn.   Hat gotin ku piştî bicihanîna cezayên qamçiyan, her du jinên çalakvan carek din şandine Girtîgeha Sine yê.   Hêjayî gotinê ye beriya niha her du çalakvan ji aliyê Şaxa 102 ya Dadgeha Cezayan a Qurwe ve bi tometa ‘Têkdana ewlehiya giştî’ hatibûn cezakirin. Dadgeha rejîma Îranê bi giştî 6 sal cezayê girtîgehê, 4 sal cezayê sirgûnkirina bajarê Nişkehr yê parêzgeha Sîstan Belûçistanê û 62 qamçiyan li her du çalakvanan birîbû.