Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî hevdîtinên li Şamê de daxuyanî da 2026-08-27 11:54:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ'ê der barê hevdîtinên ku li Şamê pêk tîne de diyar kir ku hevdîtin bi awayek erênî û avaker derbas bû, ji bo temamkirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê wê hevdîtinên wan berdewam bikin.   Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê hevdîtinên li Şamê pêk tîne de daxuyaniyek weşand.   Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:   ‘‘Di dîroka 26’ê Tebaxê de fermandariya me ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi şandeyeke fermî ya Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek pêk anî.   Di hevdîtinê de, mijara ewlehî û aramiya Sûriye û pêşeroja hevkarî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.   Rojeva sereke ya civînê pêşeroja YPJ'ê bû. Hate teqezkirin ku YPJ'ê wek hêzeke taybet û rêxistinkirî dikare di bunya Wezareta Hundirîn de were entegrekirin.   Hevdîtin bi awayek erênî û avaker derbas bû. Ji bo temamkirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an de, wê hevdîtin û dan û standinên me berdewam bikin."