'Ji bo aştiyeke mayînde divê bi lez gav bên avêtin' 2026-09-01 14:11:42   AMED - Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, li qada Şêx Seîd bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyanî da û ev peyam da: “Çareserkirina meseleya Kurdan, gaveke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde ku me niha pêdivî pê heye bi lez gavan bavêjin.”   Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê li Qada Şêx Seîd ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “1ê Îlonê Roja Aştiyê Pîroz Be” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevserokê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz, metna bi Kurmancî jî endama Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr Dîlan Guvenç xwend.   ‘Em bang dikin ku hemû alî bi hestiyar tevbigerin’   Dîlan Guvenç anî ziman ku şer û pevçûnên ku heta îro li cîhanê qewimîne û hîn jî berdewam in, ji mafê jiyanê heta ku mafê azadiya raman û derbirînê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê jiyaneke li derdoreke tendurist, mafên aborî û civakî yên bi milyonan mirovan bi awayekî giran binpê kirine û wiha got: “Ev şer û pevçûn bûne sedem ku li ser civakan travmayên giran çêbibin û başbûna wan zehmet bibe. Herêma Rojhilata Navîn a ku em lê dijîn, di dirêjahiya dîrokê de yek ji wan herêman e ku herî zêde ji ber şer û pevçûnan zirar dîtiye. Ev rastî û dîmena tarî ya ku ji ber rewşa şer derketiye holê, pêwîstiya ku hemû kes ji bo bidestxistina aştiyê zêdetir hewl bidin, nîşan dide. Bi hesta vê berpirsiyariyê, em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde, hem li herêma xwe û hem jî li seranserê cîhanê, hemû gavên pêwîst bavêjin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Herwiha, em bang li hemû aliyên ku di berdewamiya van şeran de berpirsiyar in dikin ku ew jî bi heman hestiyariyê tevbigerin.”   ‘Mafên Kurdan nayên pejirandin’   Dîlan Guvenç da zanîn ku ew îsal Roja Aştiyê ya Cîhane bi kelecan û hêviya ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de pêşketinên dîrokî pêk hatine û aştiyeke mayînde pêk bê, pêşwazî dikin û wiha axivî: “Ev ji sedsalekê zêdetir e ji ber ku mafên kurdan ên ku bingeha xwe ji hebûna netewa kurd digirin, nayên pejirandin, pêvajoyeke pevçûnên giran a ku 40 salan domiya, hat jiyîn, me gelek caran daxuyan ku em bi dawîbûna vê pêvajoyê kêfxweş in. Pêşketinên ku di pêvajoya danûstandinê ya ji Cotmeha 2024an ve berdewam dike de pêk hatine, ji bo ku meseleya Kurdan li Tirkiyeyê bi awayekî mayînde ji rewşa şer û şîdetê bê dûrxistin, girîng in. Lê belê eşkere ye ku meseleya Kurdan ku rehên wê vedigerin berî damezirandina Komara Tirkiyeyê, tenê bi dawîhatina şîdetê ji holê ranabe. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi hinceta Roja Aştiyê ya Cîhanê pêşniyazên xwe li ser çareseriya mayînde û aştiyane ya vê meseleyê, hem bi hemû aliyên ku beşdarî danûstandinê dibin re û hem jî bi raya giştî re parve bikin.”   ‘Di çarçoveya vê qanûnê de bi hezaran welatî ji nû ve dê beşdarî jiyana civakî bibin’   Dîlan Guvenç bal kişand ser Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakê û anî ziman ku di raya giştî de wek “qanûna çarçoveyê” tê zanîn, di 10ê Tebaxa 2026an de bi 468 dengan ji aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin û di 18ê Tebaxa 2026an de di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyete. Dîlan Guvenç di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek anî ziman: “Bi vê qanûnê biryar hatiye dayîn ku ji bilî hin cureyên sûcan, lêpirsîn û dozên ku bi PKKê re têkildar in, her wiha biryarên mehkûmiyeta ku teqezî bûne, ji bo demên diyarkirî dê bên paşxistin. Lê belê di xala 3yemîn a qanûnê de hatiye diyarkirin ku biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya der barê tesbît û pejirandina vê mijarê de divê di Rojnameya Fermî de bê ragihandin. Ev mecbûriyet, ji bo niha li ber pêkanîna qanûnê bûye asteng. Li gor prosedura asayî Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku dê di Cotmehê de civîna xwe pêk bîne, divê ji aliyê Serokkomar ve ji bo civîna awarte were bangkirin û biryara ku hewla vê qanûnê pêkan dike, were girtin, em wek gaveke ku li gorî ruhê pêvajoyê ye, dinirxînin. Îhtîmal e di çarçoveya vê qanûnê de bi hezaran welatî ji nû ve beşdarî jiyana civakî bibin, ev jî dê bibe sedem ku pêvajo bilez bi pêş bikve. Ev ramaneke hevpar a beşên civakê yên berfireh e.”   ‘Divê qeyim bên rakirin’   Dîlan Guvenç destnîşan kir ku divê tayînkirina qeyiman bê bidawîkirin, hevserokên şaredariyan vegerin ser karên xwe û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên sepandin û daxuyaniyê wiha domand: “Pêkanîna reformên demokratîk ku digel bêçekbûnê bi awayekî paralel dimeşe, ne tenê dê bandoreke erênî li jiyana rojane ya welatiyan bike, dê baweriya civakên Tirkiyeyê bi fikra aştiyê jî zêde bike. Bi taybetî, nîqaşnekirina rewşên ku bûne sedemên derketina şîdetê û tenê bi perspektîfa ewlehiyê nêzbûna Meseleya Kurdan, bûye sedema zêdebûna perçebûna civakî. Êrîşên ku di demên dawîn de li dijî karkerên Kurd ên demsalî hatine pêkanîn û bûyerên ku di maçên Amedsporê de diqewimîn, mînakên têgihiştina nijadperest a ku her tim li dijî pêvajoya aştiyê derdikeve ye. Li dijî van têgihiştinan, hevgirtina hemû partiyên siyasî û beşên civakê li ser zimanê hevpar ê aştiyê, tenê dê rê li ber provokasyonên girantir ên ku dibe pêk bên, negire; dê rêya aştiya civakî jî veke.”   ‘Çareserkirina meseleya Kurd dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê bilind bike’   Dîlan Guvenç Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê careke din tîne bîra hemû kesan ku aştî divê bibe mijara herî girîng û pêşîn a rojeva Tirkiyeyê û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Divê hemû ramanên siyasî û nêzîkatiyên konjonkturel li aliyekî bên danîn û hemû kesên ku aştiyê dixwazin li hev bicivin. Dê ev pêvajo wisa bi awayekî saxlem û berhemdar pêşde biçe. Çareserkirina meseleya Kurdan, gavêke pir girîng a ku dê li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê li bilind bike ye, ji ber vê rastiyê em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, ku me niha pêdivî pê heye, bi lez gavan bavêjin. Bijî Aştî.”