Xwendekar û mamosteyên Kobanê ji bo mafê perwerdeya bi Kurdî bang kir 2026-09-07 15:42:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyem a sala xwendinê ya nû de, li Kobanê bertekên li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê berdewam dikin.   Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî hefteyê 3 demjimêr veqetandine, îro li navçeya Şêranê ya Kobanê ji aliyê mamoste, xwendekar û malbatên xwendekaran ve daxuyaniyek hat dayîn.   Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Alya Mistefa û bi zimanê erebî jî ji aliyê mamoste Emel Xelîl ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê dayikê nasname û hebûna neteweyî ye, lewma mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û mirovî ye.   Mamoste û xwendekaran diyar kir ku "Sînordarkirina zimanê kurdî di sîstema pewredeyê de xizmeta hêviyên aştî, aramiya civakê û avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk nake.”   Di daxuyaniyê de bang li hemû  aliyên peywendîdar hat kirin ku vê biryarê betal bikin û sîstema perwerdeyê li ser bingeha wekhevî, pirrengî, pirzimanî û rêzgirtina li ber mafên hemû pêkhateyan, ji nû ve saz bikin.