Li Lyonê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîm 2026-09-07 19:44:05   NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarê Lyon ê Fransayê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê hat lidarxistin, bûn.   Li bajarê Lyon ê Fransayê di şexsê gerîlayên ku şehadeta wan vê dawiyê hat ragihandin de ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.   Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lyonê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre sînwvîzyona li ser şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan.   Di axaftinên hatin kirin de banga xwedîderketina mîrateya ku şehîdan hiştine û domandina têkoşînê hat kirin.   Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.