Li Îzmîrê pakrewanên azadiyê tên bibîranîn 2026-09-08 13:18:09   ÎZMÎR - Li Îzmîrê bîranîna ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.   Li Îzmîrê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê, bi pêşengiya Komeleya Piştgirî, Alîkarî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê Windakirine ya Egeyê (EGE-MEBYADER), li Komeleya Piştgiriyê ya Pasûriyan a Bûcayê bîranîn tê lidarxistin. Di bîranînê de malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partî yê Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk û Îbrahîn Akin, Parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Di bîranînê de pankartên “Şehîd namirin”, “Şehîdên xwe nekin nava axê, di dilê xwe de veşêrin” û “Li ser rêyan egîdan mirin dibe jiyan” hatin vekirin.   Bîranîn bi beşdariya welatî û rêxistinên civaka sivîl didome.