Ji bo têkoşerên azadiyê dê sibehê bibîranîn bê lidarxistin 2026-09-08 14:24:31   QERS - Sibehê li Qersê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê tê lidarxistin.   Sibehê li avahiya bajêr a Qersê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane merasîmek bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn, ku ji hêla MEBYA-DER'ê ve tê organîzekirin, dê sibehê saet di 9:00'an de dest pê bike.   Bîranîn dê sê rojan bidome.