HPJ: Berxwedana 'Jin jiyan azdî' sîstema mêrsalar hejand 2026-09-14 10:19:58   NAVENDA NÛÇEYAN -HPJ’ê di salvegera 4’emîn a şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de diyar kir ku ev şoreş mîhenga sedsala jinê ye. HPJ’ê da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema mêrsalar hejandiye û banga xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê kir.   Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) têkildarî 4’emîn salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” daxuyaniyek nivîskî da. HPJ’ê diyar kir ku Têkoşîna dîrokî ya jinan li hember sîstema mêrsalar e.   ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî bêyî ku ji ruhê xwe tiştek wenda bike mezin dibe’   Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ku li ser bingehê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Apdullah Ocalan şîn bû, bilind bû û li giştî cîhanê berbelav bû, di salvegera xwe ya 4`emîn de jî bêy ku ji ruhê xwe tiştek wenda bike, bi dînamîzmeke xurt jinan li derdorê xwe kom dike. HPJ’ê destnîşan kir ku ev şoreş roj bi roj rêxistinbûna heyî mezintir dike, berfirehtir dike û wiha domand: “Di serî de jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li seranserê Kurdistan û cîhanê jin li qadan in û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” xwedî li şoreşa zêrîn derdikevin û dê derbikevin.”   ‘Têkoşîna dîrokî ya jinan a li hember sîstema mêrsalar’   HPJ’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di dîroka desthilatdariyê de sîstema mêrsalar bi hemû hêz û derfetê xwe her tim xwest rastiya jinê ku di her alî de, çavkaniya jiyanê ye û heqîqeta mirovahî jîndar dike, tune bike. HPJ’ê wiha domand: “Her çiqas ev sîstema ceberut ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne serî li rê û rêbazên herî hovanê da jî; jinan bi komkujiyan, taciz, tecawiz û her cure kiryarên namirovane re rûbirû hişt jî, jin tu carî bi giştî teslîm nebûn, serî netewandin. Di hemû merheleyên dîroka desthilatdariyê de jinên ku li hember vê sîstema mêrsalar li ber xwe dan û têkoşiyan hebûn. Yanê ev sîstem her çiqas xwestibe tune bike jî kok û cewhera jinê ku jiyan ava dike û hêviyê azadiyê geş dike nekarî bi giştî tune bike. Lewma em dibêjin dîroka azadiya jin xwedî kokeke kevnar e û di hemû pêvajoyên wê de rastiyên pir dewlemend veşartî ye.”   ‘Bandora felsefeya Rêber Apo û rabûna civakê ya ser piyan’   HPJ’ê balkişand ser bandora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinan û wiha vegot: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ya bê mînak li hember dîrok, civak û bi taybet jî li hemberê jin mêzekirinekî wisa ava kir ku, bi ronîbûna dîroka jinê ku di tarîtiyê de hatibû hiştin, civak roj bi roj nêzî rastiya xwe dibe û heqîqeta jiyanê careke din serweriya xwe bi dest dixe. Rêber Apo vê herîkînê wek “Jin Jiyan Azadî” jiyanî kir. Ev, felsefeya jiyana nû ya azad e. Lewma dema ku 4 sal berê jina Kurd Jîna Emînî bi destê rejîma Îranê ya dagirker, qirker hate qetilkirin; di pêşengiya jinan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civak rabû serhildanan û bi diruşma “Jin Jiyan Azadî” di şexsê rejîma qirker a Îranê de, li hemberê giştî sîstema mêrsalar sekinî û hesab pirsî.”   ‘Têkbirina sîstema hegemon û belavbûna paradîgmaya nû li cîhanê’   HPJ’ê tekez kir ku ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bipêş ketin roj bi roj geştir bûn, hîn bêtir bi rêxistin bûn û di giştî cîhanê de berbelav bûn û wiha pê de çû: “Bi pêşketinê pêvajoyê re edî wisa lê hat ku giştî cîhan di pêşengiya jinan de bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li dijî sîstema mêrsalar dînamîzmekî çalakiyan ava kir û di dîrokê de cara yekem felsefeyekî sînorên netew, ol, bawerî, çand û hwd. derbas kir û giştî mirovahî girt hundirê xwe. Li hember vê rewşê hem texta rejîma dagirker-qirker a Îranê û him jî texta sîstema modernîteya kapîtalîst a mêrsalar, hejiya û derzên ewqas mezin ket sîstema wan ku hemû rastiyên ku dixwestin veşêrin jî. Ji wan derzan herikî meydanê û mirovahî belkî, cara yekê di vê astê de rêxistinkirî mêzeyê pirsgireka jin a dîrokî kir û rastiyê van sîstemên ceberut dît. Û mirovahiyê careke din fam kir ku li hember her yek hêza hegemon, ya rastî li hember giştî sîstema modernîteya kapîtalîst yekane rêke, alternatîf paradîgmaya Rêber Apo ye û ew ji li ser bingeha azadiya jinê bjpêş dikeve.”   ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşeke pir milî ye’   HPJ diyar kir ku sedsala 21’emîn sedsala jinê ye û şoreşa “Jin Jiyan Azadî” jî di dîroka azadiya jinê de bû yek ji pêvajoyên esasî ku meşa azadiyê gihand qonaxeke nû. Daxuyaniya HPJ’ê wiha dom kir: “Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi wate û rastiyên pir kûr barkirî ye. Ev şoreş dînamîkek heta dawî stratejîk e û her pêngavê ku pêş dikeve jî di her milî de îdeolojîk e. Em dikarin bêjin ku jinên Kurd ji bo giştî jinan pêşengî kir, rastiya hovane ya sîstema mêrsalar raxist ber çavan û li hember vê sîstemê çalakiyên curbicur pêk anî û bi berdewamî jî pêk tîne. Di van çalakiyan de sekna rêxistinî ku bipêş ket, daxwazên îdeolojîk ku hatin ziman û asta xwe parastinê ku derket holê careke din nîşanê me da ku şoreşa “Jin Jiyan Azadî” şoreşeke pir milî ye û dijmin di her çar aliya de tengav dike. Ev dijminê ku tengav bûyê û vê şoreşê ji bo xwe wek metirsiya herî mezin dibîne bi rê û rêbazên herî bêpîvan û bêexlaq êrîşê jin û civakê dike. Ji bo vê jî pêwîst e bê rawestan daxwazên xwe ya azadî û demokrasî biqêrin, di hemû qadên jiyanê de hîn bêtir xwe rêxistin bikin û her dayîm têkoşînê xurt bikin.”   ‘Erk û berpirsyariya me ya parastina nirxên şoreşê û şehîdan’   Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di dawî de em wek HPJê dibêjin ku pêwîst e hemû jin xwedî li destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo şoreşa jinê ava kiriye derkevin. Bi rihek yekgirtî, bi rêxistinbûnek xurt, bi hezkirinek mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin, da ku serkeftin bi dest bixin. Dema wê hatiye ku em parastina rûmet, welat û şoreşa xwe bikin. Ev erk û berpirsyariya her yek ji me ye û ji ber vêya jî pêwîst e her kes, xwedî li rol û mîsyona xwe ya demê derkeve. Di xeta fermandar Aryen Aryan de xwedî derketina nirxên şoreşê û şehîdên vê dozê telîmatên vê rastiyê ne. Ji bo wê jî xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser van bingeha divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û heta dawî yekgirtî bin.”