Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin 2026-09-14 11:53:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan li gel polîtîkayên darvekirinê jî dewam dike û got, "Em ê bi dewamî îradeya rêxistinbûyî ya jinan biparêzin."   Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 4'emîn a Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.   Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Di sala çaremîn a Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de, di şexsê Jîna Emînî û Şiler Resul ku di destpêka vê berxwedana dîrokî de şehîd bûn, em hemû şehîdên xwe yên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Rêya ku wan vekir, îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi têkoşîna azadiyê ya jinan û gelan re berdewam dike mezin dibe.    Jin, Jiyan, Azadî tenê sloganek nîne, felsefeya jiyana azad e. Ev têgihiştin ku azadiya jinê dixe bingehê azadiya civakê; bi esasgirtina îradeya jinê, hêza wê ya rêxistinkirî û xweparastinê nîşan da ku jiyaneke nû gengaz e. Ji ber vê yekê Jin, Jiyan, Azadî îro ne tenê zimanê têkoşîna hevpar a jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, lê bûye zimanê hevpar ê jinên li çar aliyên cîhanê ku li azadiyê digerin. Rejîma Îranê jî li hember vê îradeya jinan bi kûrtir kirina polîtîkayên zordestiyê, girtinê û îdamê bersiv dide. Têkoşîna jinên ku li zîndanên Evin, Qerçak û zîndanên din berxwedanê dikin, dengê jiyana azad e li dijî siyaseta tirsê ya rejîmê. Em Paxşan Ezîzî, Werişe Muradî, Bita Hemmatî, Arghavan Fallahi û hemû jinên ku bi tehdîda îdamê re rû bi rû ne silav dikin; û dibêjin ku em ê bîranîna Arezoo Rastad û hemû jinên ku hatine îdamkirin di têkoşîna xwe de bijînin. Berxwedana wan berxwedana me ye. Zordariya li ser jinan û komkujiyên jinan jî rûyekî din ê heman zihniyeta baviksalar e. Em bi şexsê Nilûfer Mecavir de hemû jinên ku di encama êrişên zihniyeta serdestiya mêran de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û têkoşîna xwe li dijî komkujiyên jinan û hemû cureyên serdestiyê yên li ser bedena jinê mezin dikin. Em rejîma Îranê di serî de û hemû pergalên ku zihniyeta olî û baviksalar dikin amûra serdestiyê li ser jinan û civakê, red dikin. Pêşveçûnên ku di sala dawî de li Îranê rû dane nîşan didin ku rejîm, li şûna firehkirina qada rewayiya civakî û çareseriya demokratîk, berê xwe daye zordestiyeke zêdetir. Destwerdanên li jiyan û bedena jinan, polîtîkayên cilê zorî, kriminalîzekirina rêxistinkirina jinan û azadiya ragihandine, girtinên siyasî û belavkirina îdaman parçeyên heman zihniyetê ne ku hevûdu temam dikin. Bi taybetî veguherandina cezayê îdamê bo amûrekî tirsandin û teslîmkirinê li dijî protestokaran, muxalifên siyasî û jinên berxwedêr, nîşan dide ku rejîm li şûna avakirina têkiliyek demokratîk bi gel re, hewl dide bi zordarî û tundiyê li ser lingan bimîne. Lê zêdebûna zordariyê nîşan nade ku rejîm hêzdartir bûye; nîşan dide ku tirsê wê ji îradeya civakî mezin bûye. Tevî berxwedana jinan a ku salan dom kiriye, nermkirina dîsa tund a polîtîkayên cilê zorî, dagirtina zîndanan bi girtiyên siyasî û zêdekirina daragahan daxwazên gel ji holê ranake; berevajî, dûriya di navbera rejîm û civakê de hîn kûrtir dike. Li Îranê jin tevî hemû zordariyan dev ji îradeya xwe ya ku li ser jiyan, beden û siberoja xwe xwedî gotin bin bernadin. Di sala pêncemîn a Jin, Jiyan, Azadî de êdî pir zelal e ku tu pergaleke teokratîk nikare îradeya azadiya jinan heta hetayê bitepisîne. Ji ber ku gava jin carekê hay ji îradeya xwe dibe, vegerandina wê dîsa bo bindestiyê ne gengaz e. Hêza bingehîn a ku li hember rejîma Îranê û hemû pergalên teokratîk û baviksalar ên wek wê bilind dibe jî ev e: jinên ku rêxistin dibin, hişyar dibin û dixwazin li ser jiyana xwe xwedî gotin bin. Ji ber vê yekê têkoşîna me tenê li dijî polîtîkayên rejîmekê nîne. Têkoşîna me têkoşîna avakirina jiyaneke azad e bi rizgarkirina jinê ji serdestiyên dewletê, mêran, ol û desthilatê.    Çar salên Jin, Jiyan, Azadî careke din nîşan dan ku zordarî nikare îradeya gelan bişkîne, zîndan nikare ramana azadiyê bike zindî, daragah nikare têkoşîna jinan rawestîne. Gelê Îranê, bi taybetî jin, tevî hemû zordariyan dev ji meşa azadiyê bernedaye. Îro her dengê jinê yê ku bilind dibe, di dîwarên tirsê yên ku rejîm ava kiriye de şikestinek nû vedike. Wek Kongra Star, em berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê wek berxwedana xwe dibînin; girêdana xwe bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, şoreşa jinan û têkoşîna jiyana azad re careke din dubare dikin. Em ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin, bibin dengê jinên di zîndanan de û li dijî îdam û her cure zordariya li ser jinan têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li kêleka berxwedana jinan a ku ji Rojava ber bi Rojhilatê, ji Rojhilata Navîn heta çar aliyên cîhanê belav dibe bimînin; û em ê parastina jiyana azad, civaka demokratîk û îradeya rêxistinkirî ya jinan bidomînin.   Jin, Jiyan, Azadî!"