Dayikên Şemiyê li qûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn 2026-09-19 13:37:56   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1121'emîn de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980'an de hatibû windakirin pirsin û wiha gotin: “Dayika Cemîl, Berfo Kirbayir tenê daxwazekî kir; beriya ku ez bimirim kurê min bibînin. Di doza Cemîl Kirbayir nîşanî me kir ku ‘lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê ve tê girtin.”   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1121'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Cemîl Kirbayir ê ku di sala 1980'an de hatibû windakirin, pirsîn.   Metna daxuyaniyê Dayika Şemiyê Îkbal Eren xwend.   Îkbal Eren anî ziman ku di salvegera 46'emîn a windakirina Cemîl Kirbayir de ew aqûbeta wî dipirsin û wiha got: “Di hefteya 1121'emîn de aqûbeta Cemîl Kirbayir ku dem wekî mertal tê bikaranîn dipirsin. Cemîl Kirbayir 26 salî û xwendekarê Enstituya Perwerdeyê ya Qersê bû. Di 13'yê Îlona 1980'an de li Gundê Okçûyê ya girêdayî Erdexanê li mala xwe hate binçavkirin. Malbat ji bo Cemîl bibîne çûn avahiyên ewlehiyê. Di 8'ê Cotmehê de ji malbatê re hate gotin ku kurê wan firar kiriye û carekî din neyên vir. Piştî wê rojê tu agahî ji Cemîl nehat girtin. Serlêdanên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam hate hiştin. Lêpirsînek baş nehat meşandin. Malbata Kirbayir tu carî dev ji lêgerîna Cemîl berneda.”   Îkbal Eren destnîşan kir ku dayika Cemîl Berfo Kirbayir ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe bi salan têkoşiya û ev tişt anî ziman: “Di 5'ê Sibata sala 2011'an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi Berfo Kirbayir a 103 salî re hevdîtin pêk anî. Berfo Kirbayir tenê daxwazekî kir; beriya ku ez bimirim kurê min bibînin. Piştî vê hevdîtinê li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê hate avakirin û hin belgeyan dest xist û raporekî 350 rûpel hate amadekirin. Di raporê de hate tespîtkirin ku Cemîl Kirbayir di binçav de hatiye kuştin û laşê wî ji aliyê kesên ku bûne sedema kuştina wî ji holê hatiye rakirin. Bi vî awayî ji aliyê saziyên dewletê jî hate aşkere ku Cemîl di binçav de hatiye windakirin. Komîsyona Lêkolînê derbarê Serdozderiya Komara ya Qersê de gilî kir. Lê dîsa polîtîkiya bêcazahiştinê kete meriyetê û di 15'ê Sibata 2020'an de biryara demborî hate dayîn. Di doza Cemîl Kirbayir nîşanî me kir ku ‘lêpirsînek baş neyê meşandin, pêşiya dadê ji aliyê bêcezahiştinê ve tê girtin.’ Em dîsa dibêjin di sûcê windakirinê de biryara bêcezahiştinê ne pêkan e.”   Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî ev tişt vegot: “Wekî her zindiyek mirov jî tên dinê û dimirin lê yê me cuda ye, nemirîn hatin kuştin. Yek ji wan birayê min Cemîl bû. Beriya 46 salan Cemîl ji aliyê dewletê ve hate kuştin. Bavê min û parêzerê wî serlêdan kirin û aqûbeta birayê min pirsîn. Heta sala 1991'an tu tişt nehat kirin û bavê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min deyndar jiyana xwe ji dest da. Dayika min mala me boyax nekir da ku dema birayê min vegere bila mala xwe nas bike. Destûra Bingehîn jî benda mirina min e ku dozê bixe. Lê ez bimirim jî ev qada hişmendiyê, Qada Galatasareyê li pey we be.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.