Cenazeya Dîlan Şirnex bi merasîmek girseyî hat definirin 2026-09-20 18:25:35   NAVENDA NÛÇEYAN-Cenazeya Dîlan Şirnex ku di pêvajoya dermankirina nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngur a Binarê Qendîlê hate definkirin.   Cenazeya Dîlan Şirnex ku di pêvajoya dermankirina nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe ji dest da bi tevlibûna gelek welatparêzan bi merasîmeke biheybet li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Binarê Qendîlê hat definkirin.   Di merasîmê de li ser navê PJAK’ê Sozdar Dilsoz axivî û diyar kir ku Dîlan Şirnex di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna azadiyê nas kiriye û di ciwaniyê de biryara tevlîbûna nava Tevgera Azadiyê ya gerîla kir û wiha got: “Bê dudilî bi coş têkoşîn kir. Şehîd Dîlan hem fermandara hêza jin bû hem jî weke berpirseke tevgera jin li hemû beşên Kurdistanê û li her bosteke welat têkoşîn kiriye. Ji bo wê heta nefesa xwe ya dawî bi eşq têkoşîn kir.”   Sozdar Dilsoz diyar kir ku şehîdan bi têkoşîna xwe gel hişyar kir, perwerde û birêxistin kir û ev tişt vegot: “Şehîd Dîlan Şirnex sala 1994an tev li şoreşê bû û heta şehîdbûna xwe bê westan li ber xwe da. Heta dawiya şerê Rojava li Tebqa, Reqa ji bo parastina Şoreşa Rojava li ber xwe da.”   Her wiha birayê Dîlan Şirnex Selîm Ebdulrehman axivî û diyar kir ku rêya şehîdan rêya wan e û wiha got: “Serê Rêber Apo, gelê welatparêz sax be. Hêviya ku ev xak rizgar bibe û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bibe.”   Di dawiya merasîmê de cenazeya  Dîlan Şirnex bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hat veşartin