Nefeqe wê jinan hîn bêtir bêewle bihêle 2026-10-04 09:02:33   Melîke Aydin   STENBOL-Jinan diyar kirin ku betalkirina nefeqeya ‘bêdem’ a ji aliyê DDB’ê ve wê jinan di alî civakî de bê ewle bihêle û gotin wê têkoşîna xwe li dijî vê bidomînin.   Dadgeha Destura Bingehîn(DDB) di 4’ê Hezîrana 2026’an de nefeqeya xizaniyê ya  ‘bêdem’ a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk de cih digirt û ji bo kesên piştî destberdanê bikeve xizaniyê, dihat dayîn, betal kir.  Biryar di 30’ê îlona 2026’an de hat weşandin. Rêxistinên jinan bertek nîşan dan û diyar kirin ku divê qanûn bê rakirin.   Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Dîdem Yilmaz û nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Ece Akpulat der barê mijarê de axivîn û gotin ev sererastkirin wê jinan di alî aborî û civakî de bêtir bê ewle bihêle.   ‘Nefeqeya ku ji bo aliyê xizan diket dihat dayînê bû’   Ece Akpulat daxuyakirin ku nefeqeya xizaniyê piştî destberdanê bêyî cudakarî bê kirin ji bo aliyê dikeve xizaniyê dihat dayînê bû. Ece Akpulat got: “Piranî jî jin xizan dibin. Piştî destberdanê di alî aborî de jin bê derfet dimînin.Sedema vê jî ev e ku seranserê zewacê jin di karekî de naxebitin, mêr di malê de xizmetê dipên û ev wek peywira jinê tê dîtin. Li zarokan, nexweşan mêzekirin, çêkirina xwarinê, paqijî her tişt. Piştî destberdanê jî tu aboriya jnê tune ye û dikeve asta bê derfet.”   ‘Jin hepsî malê tên kirin’   Ece Akpulat got rakirina nefeqeyê şertên jiyana jinan giran dike û got: “Jinên aboriya wan tune ye neçar dimînin di zewacên tundiyê dibînin bidomînin. Jinên li malê dixebitin, li derve bixebitin jî bê qeyd, bê sîgorte dixebitin.  Ev jî astengiya mezin a li pêş azadiya jinê ye. Di mijara nefeqeyê de mêr wek mexdur tên nîşandan. Nefeqeya hevpar a ji bo zarokan  gelek caran nayê dayîn. Ev ne ji bo jinê ye ev ji bo zarokê ye. Nêzî 2 hezarî ye lê tu car nayê dayîn.”   ‘Divê ewlehiya aboriya jinan bê avakirin’   Ece Akpulat wiha berdewam kir: “Li gorî xala 10’emîn a Destura bingehîn jin û mêr welatiyên wekhev tên qebûlkirin. Lê ev di her qada jiyanê de nayê dîtin. Di dema pêkanînê de mixabin maf nayê dayîn. Beriya ku nefeqe bê rakirin divê ewlehiya aboriya jinan bê avakirin.10 salên pêş ‘Sala Malbatê’ hat îlankirin. Lê jin herî zêde li malên xwe tên qetilkirin. Piştgiriya ji bo pêşdibistanê û navendên lêngerîna kal û pîran divê bê dayîn. Divê jin tevli hêza kar bibin. Jin di jiyana kar de bi newekheviya zayendî ya civakî re tên rû hev. Di hevdîtinên kar de jiyana taybet vediguhere krîterên girtina kar.  Pirsên zarok û zewacê tên pirsîn. Divê ev  ji holê bê rakirin. Divê jin û mêr di pozîsyon û bi heqdestên wekhev  bixebitin. Ji ber vê jî ne tenê nefeqe, hemû polîtîkayên bandor li jiyana jinê dikin divê bên guhertin. Em wek KCDP em ê mafê jinan biparêzin û ji bo guhertina polîtîkayan têbikoşin.”   ‘Destkeftiyekê ji destê me digirin’   Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz jî diyar kir ku nefeqe ne tenê mêr jin jî didin û wiha got: “Mafekî hatiye bidestxistinê ye. Agahiyên şaş di nav civakê de belav dikin. Nefeqe ne tenê mêr didin. Aliyê bêderfet  nefeyê digirin.  Mafekî ku hatiye bidestxistin ji destê jinan tê girtin.  Qanûnên ku jinan eleqeder dikin bêyî jinan tên amadekirin. Divê qanûnên der barê jinan de ji têkoşîna jinan serbixwe neyên derxistin. Divê nêrînên jinan bihata girtin.”   ‘Jinan neçarî zewacê dikin’   Dîdem Yilmaz daxuyakirin nefeqe ne tenê piştgiriyeke abori ye û wiha pê de çû: “Nefeqe îdamekirina jiyana jinê îfade nake.  Bi rakirina nefeqeyê mafê wê ji dest hat girtin û neçarî zewacên zehemt hat kirin. Divê dewleta civakî jinan bike bin ewlehiyê. Divê di alî aborî de jin bên xurtkirin, îstîhdam bê afirandin.  Em jin wê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bang li hemû jinan kim ku têkoşîna xwe mezin bikin.” bağlam menüsü var