Di çalakiyan de daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ 2026-10-09 18:12:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi meş û çalakiyan Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin û azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan hat xwestin.   Bi boneya 28'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê meş hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.   Edene   Li ber avahiya Rêxistina Navçeya Ceyhanê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) li bajarê Ceyhanê daxuyaniyek çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat xwestin. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî" hate vekirin û nivîs ji hêla Hevserokê Partiya Ceyhanê ya DEM'ê Tahîr Ozdemîr ve hate xwendin. Tahîr Ozdemîr diyar kir ku komploya 9'ê Cotmehê îradeya azadiyê ya gelê Kurd armanc digire û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê şert û mercên azadiyê ya Abdullah Ocalan bê pêkanîn.   Dêrsim   Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê bi boneya salvegera komploya 9'ê Cotmehê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevseroka Partiya DEM'ê ya Parêzgehê Ozcan Ateş piştî pankarta 'Ji komployê re na, ji Birêz Ocalan re azadî' axivî û got ku ev komplo ji bo derbekê li îradeya azadiyê ya gelê Kurd û hêviya wan a ji bo çareseriya demokratîk bixe pêk hatiye. Ateş diyar kir ku pêngava yekem a pergaleke demokratîk misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e û got: "Divê hebûn û nasnameya gelê Kurd bi destûra bingehîn bê garantîkirin. Divê çareseriya demokratîk û qanûnî ya pirsgirêka Kurd bê parastin. Divê astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bên rakirin."   Xarpêt   Li Xarpêtê çalakî ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk li Garaja Xozatê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta 'Ji komployê re na,  ji Ocalan re azadî' hat vekirin. Rêveberê DEM Partiyê ya Xarpetê Îskender Şîmşek daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend û komplo şermezar kir.   Êlih   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, meşek ji Kolana Gulistanê ya Êlihê ber bi Parka Yilmaz Guney ve hat lidarxistin. Pankarta bi nivîsa "Na ji komployê re; azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re" hate vekirin. Di dirêjahiya meşê de, dirûşmên wekî "Bijî Rêber Apo", "Bila komploya 9’ê Cotmehê têk biçe" û "Ciwan şopdarên dilsoz ên Apo ne" bi berdewamî hatin berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.