Piştî 29 salan şûnde gora kurê xwe li Gabarê dît 2026-10-18 12:58:07   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX-  Hamdiye Bîlek ku piştî lêgerîna salan 29 sal şûnde gora kurê xwe Azad dît, wiha got: “Şehîd şehîdê me hemûyan e.”   Gerîlayê HPG’ê Nezîr Bîlek (Aazd) di 13’ê cotmeha 1997’an de li herêma  Reşinê Çirav a li Çiyayê Gabar a Şirxê  jiyana xwe ji dest da. Malbata wî ya li Edenê  piştî 29 salan şûnde gora kurê xwe ziyaret kirin. Dayika Azad (Hamdiye Bîlek (76) ku çû Goristana Şehîd Binevş a li gundê Basret a Gabarê, gora kurê xwe ziyaret kir. Rêveberên Komeleya Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê  Winda Kirine (MEBYA-DER) jî ligel wê cih girtin.   Her çend malbatê di sala 2015'an de agahiya şehadeta Azad wergirtibû û şîna xwe danîbû jî, wan nikaribûbû cihê gora wî bibînin. Piştî ku di bernameya "Moterevan" de ku ji aliyê rojnamevan Abdurrahman Gok ve tê pêşkêşkirin û meha borî li ser kanala Nûçe TV hat weşandin kevirê ser gorê yê kurê xwe dîtin, malbat ji Edeneyê bi rê ket û çû Gabarê.   Dema ku piştî 29 salan gihîştin ser gora kurê xwe, malbatê kêliyên pir bi hest û kûr derbas kirin û li ber gorê lorîk gotin. Her wiha endamên malbatê bi destên xwe giyayên hişk ên li ser hemû gorên di goristanê de paqij kirin.   Hamdiye Bîlek ku piştî salan şûnde gora kurê xwe ziyaret kir, lêgerîna bi salan berdewam kiriye vegot.   ‘Me tu agahî negirt’   Hamdiye Bîlek da zanîn ku kurê wê Azad li gundê Erkendî ya Sêrtê hatiye dinê û wiha got: “Piştî kurê min mezin bû em çûn Edenê. Di 1992’an de tevli bû. 5 salan li wir ma û şehîd ket. Me şîna wî danî. Lê piştre me tu agahî der barê gora wî de negirt.”   ‘Me di vîdeoyek înternetê de gora wî dît’   Hamdiye Bîlek wiha domand: “Me gora kurê min di vîdeoyek înternetê de dît. Neviyê min dît û em ketin têkiliyê. Piştre me gora wî dît û em hatin vir. Em cara yekemîn hatin. Piştî salan şûnde me gora wî dît. Em kêfxweş in. Duh piştî nîvro saet di 16.00’an de em hatin vir. Duh em hatin Şirnexê. Em sibehê ketin rê û hatin vir.”   ‘Şehîd şehîdên me hemûyan e’   Hamdiye Bîlek wiha vegot: “Şehîd şehîdên me ne. Em dixwazin aştî pêk bê. Xwezî hema aştî pêk bihata. Me aştî bidîta.”