Jina kedkara çandiniyê jiyana xwe ji dest da 2026-10-22 17:22:47   ENQERE - Li Polatli ya Enqereyê di dema komkirina pincarê de Turkan Keskî ket ber maşîneya rakirina pincarê û jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Yenîkoseler a Polatli ya Enqreyê di dema rakirina pincarê de kedkara çandiniyê Turkan Keskîn (50) ket ber maşîneya rakirina pincarê û jiyana xwe ji dest da.   Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cenderme û îtfayê hatin cihê bûyerê û cenazeya Turkan Keskîn rakirin morgê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.